Ewropa li dijî fûhûşê ket nava tevgerê

Ewropa li dijî fûhûşê ket nava tevgerê

Piştî Fransa, li Almanyayê jî li dijî sektora fûhûşê guhertinên nû tên kirin. Li Almanyayê bi nîqaşkirina mijarê re derket holê ku cîroya salane ya sektora fûhûşê herî kêm 14 mîlyar Euro ye.

Piştî ku Parlamenta fransayê roja Çarşemê pêşniyar qanûna ku muşteriyên fûhûşê ceza dike qebûl kir, Almanya ket nava tevgerê.

Almanya guhertinan dike ku fûhûşê zehmet bike û rewşa jinên fûhûşê dike ji nû ve biguherîne. Hat hînbûn, di peymana navbera koalîsyona tê payîn di navbera Partiyên Yekitiyê û SPD'ê de bê kirin de, guhertinên qanûnî yên der barê sektora fûhûşê cih digirin.

Li Almanyayê fûhûş hînê weke pîşeyekî normal û sektoreke aboriyê tê binavkirin, cihên fûhûşê dikin jî di statuya cihên şahiyê, dixebitin.

Li Almanyayê, ku di deh salên dawî de veguherî navend fûhûşê ya Ewropayê, herî kêm ji 400 hezar heta 800 hezar jinên fûhûşê dikin hene. Li Almanyayê qanûna herî lîberal a fûhûşê di meriyetê de ye û derket holê ku cîroya salane ya vê sektorê herî kêm 14 mîlyar Euro ye.

ROJHILAT, JINÊN EWROPÎ KOLE DIKE

Li Almanyayê pêkanînek di meriyetê de ye ku jinên fûhûşê dikin bêsînor ji aliyê mêran ve tên bikaranîn. Hikûmeta nû ya bi Serokwezaretiya Merkel ku tê payîn di 17'ê Kanûnê de bê ser desthilatdariyê, di çarçoveya qanûnan de hin reforman plan dike. Di şûna qedexekirina fûhûşê de tê payîn ku Almanya jî mîna Fransa şert û mercên jinên fûhûşê dikin zehmet bike û statuya qanûnî ya fûhûşê ji nû ve sererast bike.

Li gorî rayedaran li Almanyayê zêdeyî 10 hezar jin neçarî fûhûşê hatine kirin. Rêxistinên jinan ên mîna Terre des Femmes diyar dike ku ev hejmar bi tenê rûyê seravê yê çiyayê ji qeşayê ye. Tê gotin ku hejmara rastîn nêzî 100 hezar e. Tê zanîn ku jinên ji Bûlgarîstan, Romanya û Ûkraynayê yên ji aliyê bazirganên mirovan ve di berdêla hin sozan de bi qaçaxî anîne Almanyayê, bi rêya gefan neçarî fûhûşê hatine kirin.

Rêxistinên jinan tînin ziman ku ji ber tirsa dersînorkirinê jinên fûhûşê dikin serî li polîsan nadin û gilî nakin. Rêxistinên jinan dixwazin di reforma qanûnê de ev mijar were nirxandin.