Erkmen: Çîrok giyanê civakê ne

Çîrokbêj Ayhan Erkmen got dibin sedeme ku bîr û bîreweriya civakî zindî bimîne.

Ayhan Erkmen sala 1973'an li navçeya Dîgorê ya Qersê, li bajarokê Pazarcixê çêbûye. Piştî ku Fakulteya Hiqûqê diqedîne çar salan li Qers navendê parêzerî dike. Erkmen li Pazarcixê dibe şaredar û sala 2011'an dema ku şaredarî dikir hate girtin.

Ayhan Erkmen ê ku ji mêj ve ye li ser çîrokan dixebite û hem niviskî, hem devkî par ve dike, li ser fikra bê ka fikra çîrokbêjiya wî ji kû derketiye got ,''Min çîrok nivîsîbûn û min ê bi rengê pirtûkê ew çap bikirana lê bi min pir karîger xuya kir ku li torên parvekirina civakî vî karî par ve bikim. Ji bo ku xwe vebêjim platformek bû. Mirov ji xwendinê bêhtir ev dişopandin. Li ser vê, min jî li ser youtubeyê dest bi vegotina çîrokên xwe kir. Piştî demekê dema ku bala mirovan kişand vê ez motîve kirim. Bi vî rengî min dest bi çîrokbêjiyê kir.''

Erken diyar kir di bernameyên çîrokbêjiya wî de gelek ciwan hazir dibin, peywendîdar in, pirsan dikin, bi wî re têkilî datînin û ev jî hêviya wî geş dike û got, ''Ji vî alî ve li ser paşeroja çîrokbêjiyê hêvîdar im. Belê bi sedan dengbêjên me hne û distrînni lê çîrokbêjên me kêm in. Divê em wan jî zêde bikin.''

Derheqê têkiliya çîrokbêjî û dengbêjiyê Erkmen got, ''Her dengbêj çîrokbêj e lê her çîrokbêj ne dengbêj e. Çîrokbêj tenê bi çîroka xwe dizane, strana wê nizane. Herduyan tim hev xurt kirine. Dengbêjekî ku ketî ber karîgeriya çîroka çîrokbêj strana wê çêkiriye. Çîrokeke dramatîk a Siyo û Zelêxa hebû ku van demên dawî min bihîstibû û nivîsîbû û vegotibû. Piştî ku min ew çîrok par ve kir dengbêj Apê Zahir strana wê çêkir. Ji ber vê mirov dikare bibêje navbeyna du çandan tim danûstandinek heye.''

Erkmen bi bîr xist li nav hemû civakan wêjeya devkî heye, hin gel zûtir bûne xwedî derfet ku vê derbasî nivîsê bikin û got, ''Wan wêjeya devkî beriya Kurdan kişandine lê ji ber bêdewletiya gelê me, rengê jiyana wan, belkî ji ber ku perwerde pir berbelav nebû, ew çanda devkî, zû negihaşte nivîsê. Dengbêj û çîrokbêj ji vî alî ve bi roleke mezin rabûne.''

Derheqê çîrokbêjî û bîra civakî jî Erkmen got, ''Dibe sedem ku bîr û bîreweriya civakî zindî bimîne. Çîrok, stran giyanê civakê ne. Civak bi wî giyanî hilmê dide û distîne.''

Derheqê çîrokê û dîrokê de çîrokbêj Ayhan Erkmen got, ''Her çîrok xwedî paşxanekî dîrokî ye. Ji berhevkirina çîrokên pir klasîk bêhtir jiyînên vê sedsala dawî dikim çîrok. Dema ku van dikim çîrok jî, ji bilî ya ku ji min re hatî vegotin, her wiha li ser dîrokê jî dixwînim. Ango her du kirasan bi hev re lê dikim. ''

Erkmen li çîroka dîtina çîrokên xwe jî got destpêkê ew bi pey çîrokan diket lê van demên dawî êdî mirov çîrokan digihînin ber destê wî. Erkmen got, ''Ji çar aliyê cîhanê ve çîrokan ji min re dişînin. Ango dengê mezinên xwe, rojnivîskên ku mezinên wan nivîsîbûn digihînin ber destê min. Vê carinan bi devkî, carinan niviskî dişînin.''

Erkmen herî dawî zext û zordariya serdestan a li ser Kurdan bi bîr xist û got ,''Zext û zordariyên serweran kiriye ku dîroka devkî, çandî devkî, wêjeya devkî li nav Kurdan zêdetir berbelav û xurtir be.''