Erdogan cardin perweedeya bi zimanê dayîkê ret kir
Erdogan cardin perweedeya bi zimanê dayîkê ret kir
Erdogan cardin perweedeya bi zimanê dayîkê ret kir
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axivtinên xwe ya di meresimekê de cardin “yekên” dewleta Tirk rêz kirin û parast ku di dibistanên dewletê de perwerdeya bi zimanê dayîkê nabe.
Di meresaima Garaja Anadolê ya Ataşehîrê de ya li qada xizmetê ya otobusun a 758 İETT’ê de Erdogan axîvî û got: “Em dibêjîn yek welat, yek al, yek gel. Lê yek ziman, di zimanê fermî de yek ziman. Emê ji zimanê her kesê re rêz bigrîn.”
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got: “Bi zimanê dayîkê perwer de...dibistana xwe ya teybet veke û dersa zimanê dayîkê bide. Lê di dibistanên dewletê de perwerdeya bi zimanê dayîkê nabe. Di pakêta demokrasiyê de me ev yek bi awayek vekirî eşkere kir.”
Erdogan di “pakêta demokrasiyê” ya ku di 30’ê Îlonê de eşkere kirî de zimanê dayîkê bi dibistanên teybet re sinordar kir.
Kurd, dixwazin nasnameya Kurdî û çanda wan di mekezagonê de bikeve dibin garantiyê de û daxwaza xweseriya Demokratîk û zimanê dayîkê dikin.
.