Erbey li Swêd ji bo ‘Xelata Per Anger’ wek namzet hat nîşandan

Erbey li Swêd ji bo ‘Xelata Per Anger’ wek namzet hat nîşandan

Parêzer û Duyemîn Serokê Komeleya Mafê Mirovan Muharrem Erbey ê bi qasî 3 sal û nîv e ji Doza Esasî ya KCK’ê li Girtîgeha Amedê girtiye li Swêd ji bo “Xelata Per Anger” wek namzet hat nîşandan. 

Saziya bi navê “Dîroka dijî” ya saziyeke dewletê ye û bi xebatên xwe yên di mijara qirkirinê tê naskirin her sal xelatê dide kesekî ku ji bo mafê mirovan û demokrasiyê têdikoşe. Xelat bi navê “Per Anger” e yê dîplomatê Swêdî ye yê di salên Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li Macaristana di bin dagirkeriya Naziyan de bû  dema wezîfedar bû kesên ji aliyê Naziyan ve dihatin girtin diparast û ji bo derkevin derveyî welat alîkarî dida wan.  Di sala 2011’an de Narges Mohammadî ya Îranî ku parêzvana mafê mirovan û jinan e ev xelat wergirtibû. Sala borî jî parêzer û parêzvanê mafê mirovan Sapiyat Magomedova heman xelat wergirtibû.

Hat ragihandin ku Erbey bi pêşniyarên yek ji parêzvanên Doza KCK’ê Reyhan Yalçindag û Endama Komîsyona Karên derve ya bajarê Uppsala ya Partiya Çep Yekbûn Alp ve ji aliyê Seksiyona Swêd a Komîsyona Huqûqnasên Navneteweyî ya navenda wê li Cenevre ye  ji bo “Xelata Per Anger” wek namzet hat nîşandan.