‘Em ê rê nedin destûra bingehîn a statûparêz’
‘Em ê rê nedin destûra bingehîn a statûparêz’
‘Em ê rê nedin destûra bingehîn a statûparêz’
Rêxistina BDPê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser daxwazên çand, nasname û perwerdehiyê ku divê di çarçoveya destûra bingehîn de werin safîkirin, li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul, bal kişand ser pakêta demokrasiyê ya AKPê û got: "Pakêt ji daxwazên civakê re nebû bersiv."
Rêxistina BDPê ya Stenbolê der barê daxwazên çand, nasname û perwerdehiyê de ku divê di çarçoveya destûra bingehîn de werin safîkirin li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê lidarxist. Di çalakiyê de ku ligel Hevserokê Bajarê Stenbolê yê BDPê Emrullah Bîngul û rêxistinên BDPê yên Stenbolê, gelek welatî tevlî bûn, pankarta "Em ê rê nedin destûra bingehîn a statoparêz, tuneker û înkarok, ne jî pakêta ku vê destûra bingehîn ji nû ve saz dike. Em ê ji bo destûra bingehîn a demokratik têkoşîna xwe bilindtir bikin" hat vekirin. Li gel vê Hidir Ercan ku ji ber ku perwerdehiya bi zimanê dayikê nayê dayîn zarokên xwe naşîne dibistanê, tevî zarokên xwe tevlî daxuyaniyê bû û pankarta "Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan, ji bo zimanê kurdî bibe fermî, ji bo statûya Kurdistanê, em pergala dewletê red dikin" vekir. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên wekî "Bila girtiyên KCKî werin berdan", "Bê serok jiyan nabe" û "Statû ji bo Kurdan, azadî ji bo Ocalan" hatin berzekirin.
Di çalakiyê de serê pêşîn Hevserokê Bajarê Stenbolê yê BDPê Emrullah Bîngul axivî û got ji bo di xebatên TBMMê de ku sibê dest pê dikin, balê bikişîn ser daxwazên kurdan ên siyasî, çandî û civakî li hev civiyane û diyar kir ku "Wekî her kes pê dizane, di destpêka pêvajoya demokratîk re ku ji aliyê Rêberê gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, 6 meh derbas bûn. Tevî ku di pêvajoyê de Tevgerî Azadî ya Kurdî gelek gavên dilsoz dane pêş jî, hikûmet li ber wan gavan bêdeng maye. Ligel ku pêdiviyên pêvajoyê pêk neanî, ji daxwazên kurdan re jî nebû bersiv."
Bîngul ku li ser pakêta demokratsiyê ku ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat eşkerekirin jî destnîşan kir ku "Pakêta demokratîkbûnê ku ev çend meh in AKP li ser dide qîr û qar, ji daxwazên civakê re nebû bersiv. Ji bo bi hezaran siyasetmedarên kurd ku li girtîgehan tê girtîn, tu xal û xisûs tê de cih negirt. Li ser TMKê ku bi lez û bez divê bê rakirin, tu guherîn nehatiye pêşxistin. Bîngul ku da zanîn pakêta ku li ser navê demokratîkbûnê hatiye danîn, bi tu awayî pêdiviyên civakê têr nake û ragihand ku "Di wan raporan de ku di encama xebatên Komîsyona Mirovên Aqilmend de hatibûn peydakirin, tevî ku hemû daxwazên civakê bi awayekî zelal hatibû danîn, mixabin li ser wan nesekînîne."
Piştî axaftina Bîngûl, Alîkarê Hevserokê Bajarê Stenbolê yê BDPê Erkan Karabay daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û got ku "Hikûmeta AKPê ji bo ku mertebeya duyemîn a pêvajoya muzakereyê dest pê bike, tu gavan nade pêş û tevî vê jî li ber daxwazên gelan yên aştî û demokrasiyê sê meymûnan dilîze. Çawa ku me ji roja pêşîn de got, pakêtên demokrasiyê yên viyana hemû aliyên civakê nadin pêş çavên xwe û fikr û ramanên mirovan napirsin, ji dêvla ku hêviyên gelên Tirkiyê hembêz bike, bi awayekî zelal mebestên AKPê yên desthilata xwe spehîtir bike radixe ber çavan" Karabay got ku daxwazên gelê kurd ên rewa bi tenê pakêtan nayên safîkirin û diyar kir ku "Birêveçûna pêvajoya mûzakereyê ya bi awayekî baş , pêkanîna mercên azadiyê yên Birêz Ocalan ku yek ji muxatabetên mûzakereyê ye û bistatûkirina ziman, nasname û çanda gelê kurd, ne bi pakêtê, lê bi çêkirina destûra bingehîn a nû pêkan û mimkûn e." Karabay wekî dawî anî ziman ku "Em wekî Rêxistina Bajarê Stenbolê ya BDPê dibêjin ku heya ku polîtîkayên ku bûne sedema pirsgirêka kurdî yekser ji holê ranebin û heya ku ji bo pêvajoya mûzakereyê gavên pêwîst neyên pêşdan, bi vê helwesta siyasî ya heyî mirov gavek jî nikare bi pêş biçe û em bang li raya giştî ku em ê şopdarê van gavan bibin."
Piştî daxuyaniyê welatiyên bi dirûşmên xwe çalakî bi dawî kir.