BI DÎMEN

‘Em ê bi hunera jin dawî li qirkerên çandê bînin’

Hunermedên ku tevlî festîvala şehîd Berçem bûne, diyar kirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd tevahî netewên li herêmê rengê jin diyar dikin û her jinek bi netewa xwe çanda xwe jî dide diyarkirin.

HUNERMENDÊN KU BEŞDARÎ FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM, BÛNE

Li Kantona Firatê festîvala duyemîn a şehîd Berçem ku çar rojan dom kir, roja 9’ê Îlonê bi dawî bû. Hunermendên ku di nava festîvalê de cihê xwe girtine ji ANF’ê re axivîn û qala têkoşîna jin a li hemberî qirkirinê kirin.

‘BI ÇAND Û ZIMANÊ XWE EM Ê ÊRÎŞA LI SER ÇANDÊ BIŞKÎNIN’

Hunermend Nisrîn Botan ku hunermendeke solîst bû û di nava Festîvala Şehîd Berçem de cihê xwe girt, diyar kir ku êrîşa li ser Çanda Kurdî, wê bê bersiv nemîne û got: “Em ê parastina çanda xwe bikin. Ev vê Festîvalê li hemû pêkhateyan pîroz dikin. Em di roja dawî de li bajarê Kobanê festîvala xwe bi dawî dikin, dema em dibêjin Kobanê tenê berxwedanî tê bîra me, di nava vê festîvalê de her kes bi netew û ziman û çanda xwe beşdarbûna xwe çêkiriye. Festîvala me encameke baş da û her çandekê xwe têde îfade kir. Em bi cil û bergên xwe bersivê didin qirkirina li ser çandê, em ê bi çand û zimanê xwe êrîşa li ser çandê, bişkînin."

Hunermed Sûmeya Serêkaniyê jî ku yek ji hunermendê beşdarî Festîvala Şehîd Berçem bûye, anî ziman ku ev demeke amadekariyê vê festîvalê tê kirin û wiha got: "Dema me biryar da em li Kobanê festîvala xwe bikin, hemen şoreş û berxwedan hat bîra mirov. Roj bi roj zêde gelê Kobanê di nava festîvalê de cihê xwe girtin."

‘JINÊ BI SAYA RÊBER APO XWE DI HER WARÎ DE ÎFADE KIR’

Sûmeya anî ziman ku beriya Şoreşê her tişt li jinê dihat qedexekirin, lê piştî şoreşê jî jin veguherî asteke nû ku dikare bi rengê xwe xwe bide îfadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi saya Fikir û felsefeya Rêber Apo em tevahî jinên li herêmê bi hemû netewan xwe bi rengê jin didin diyarkirin, ev bi xwe ji bo jinê şoreşeke.”

‘DI FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM DE HEMÛ RENGÊ JINÊ DIYAR DIBE’

Hunermeda ji Bajarê Reqayê Geşbîn Nebo ji ev tişt ragihand: “Di zilma çeteyên DAÎŞ’ê de jin bi paçê reş hatibû nixumandin û her tişt jî li wan hatibû qedexekirin. Lê bi rizgarkirina Reqayê re her tişt veguherî, roj li me hilat. Di festîvala Şehîd Berçem de hemû reng hatin ber hev û bi rengê xwe me çanda xwe diyar kir."

Zêneb Îshaq ku ji pêkhateya Çerkese diyar kir ku ew bi van rengan bêhtir dikarin çanda Çerkes ji gel re bidin diyarkirin û wiha bilêv kir: "Ev cara duyeme ku em weke jin ji pêkhateya Çerkes di nava herdu festîvalan a li bajarê Heleb û ya li bajarê Kobanê de cih digirin. Em jî weke jinên Çerkes beşdarbûna me ya vê festîvalê cihê serbilindiyê ye. Him bi dîlana Çerkesî him jî bi stranên wê em çanda xwe ya Çerkesiyan ji gel re didin diyarkirin."

Ji endamên koma ji Bajarê Hesekê ya tevlî Festîvalê bûyî, Liyana Îbê ragihand ku ew gelekî kêfxweşin û şanazin ku beşdarî vê festîvalê bûne û anî ziman ku ew gelekî kêfxweşin ku li bajarê Kobanê distirên û dîlanên xwe pêşkêş dikin.