El Vatan: Tirkiye bi wesayîta Sefaretxaneyê çekan dide Birayên Misilman

El Vatan: Tirkiye bi wesayîta Sefaretxaneyê çekan dide Birayên Misilman

El Vatan: Tirkiye bi wesayîtên dîplomatîk re çekan dide Birayên Misilman

Rojnameya El Vatan a li Misrê weşanê dike îdîa kir ku lîderên Îhvan (Birayên Misilman) bi wesaîtên dîplomatîk ên Tirkiye û Qatarê, çekan didin endamên Birayên Misilman. Misir, Tirkiyeya ku li dijî darbeya leşkerî daxuyaniyan dide tewambar dike ku dest li karên hundurîn ên welatê werdide.

Rojname di îdîaya xwe de radigihîne ku lîderên tevgera (Îhvan) Birayên Misilman ên azad, li nava paytext Qahîreyê bi wesayîtên Sefaretxaneyên Qatar û Tirkiyeyê digerin.

Rojname nûçeya xwe dispêre çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî a Misrê û diyar dike ku ji bo lîderên Îhvan Mûhammed Bedîî, Mûhemmed El Beltagî û Îssam al-Aryan ên ji ber sûcê kuştina xwepêşandêran û teşwîka dijwariyê tên lêgerîn, 8 wesayîtên bi nûmareyên dîplomatîk û camên wan reş, hatine dayîn.

El Vatan îdîa kir ku Îslamperest van wesaîtan bikar tînin û çek û pere dibe ji qadên xwepêşandanan re.

Rayedar diyar dikin ku ji ber erka polîsan a lêgerîna wesayîtên dîplomatên biyanî tineye, nikarin dest li bûyerê werdin û ev wesaîtên mijara gotinê jî bêyî li astengiyekê rast were, dikeve Qada Rabîatul Adeviyye û ji qadê derdikevin.

Rêveberiya Misrê di destpêka vê mehê de Tirkiye hişyar kiribû ku tevlî karên hundurîn ê wê nebe.

Berdevkê Serokkomariyê Ahmed El Muslimanî gotibû, "Em wan (Tirkiye) daxuyaniyan ne rast û weke destwerdana li karê navxweyî yê Misrê dibînin." El Muslimî dabû xuyakirin ku divê ji rizgariya Misrê û vîna gelê Misrê re hurmet bê nîşandan. Bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyê yê li Qahîreyê hatibû kirin û li Wezareta Karên Derve ya Misrê di kesayetiya Sefîrê Tirk Huseyîn Avnî Botsali, helwesta Tirkiyeyê a li pêşberî guhertina rejîmê, hatibû şermezarkirin.