El Qaîde û AKP li Stockholmê hatin protesto kirin
El Qaîde û AKP li Stockholmê hatin protesto kirin
El Qaîde û AKP li Stockholmê hatin protesto kirin
Li paytextê Swêdê Stockholmê, çeteyên El Qaîdeyê ku li Rojava êrîşî gelê Kurd dikin û dewleta Tirk ya piştgiriya çetan dike, bi xwepêşandanekê hatin protesto kirin.
Li ser banga Konseya Kurd ya Swêdê û Komîteya PJAK ya Swêdê, Kurdên ku di demjimêr 14:00’an de li ber Sefaretxaneya Tirk ya li Stockholmê kombûn, pankartên ku êrîşên çeteyên êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û hikumeta AKP’ê protesto dikin hilgirtin.
Xwepêşdanên ku di destên wan de alên PYD, PKK, PJAK û alên Kurdan, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heyî, sloganên “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan”, “Kurdistan dê ji çeteyan re bibe gor”, “El Qaîde ji Rojava bicehnime”, “Destên xwe ên bixwîn ji Rojava bikişînin” û “Bijî YPG” qîr kirin.
Eda Duzgun li ser navê Konseya Kurd ya Swêdê daxuyanî xwend û diyarkir ku, gelê Rojava hem li dijî êrîşên rejima Esad, hem ên komên çete ên girêdayî El Qaîde û hinek komên girêdayî Artêşa Azad ber xwe dide.
Duzgun destnîşan kir ku, qedera gelê Rojava dê qedera hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar bike û anî ziman ku, netenê Kurd pêwîste hemû derdorên alîgirê demokrasî, azadî û mafê mirovan xwedî li şoreşa Rojava derbikevin.
Duzgun aşkera kir ku, desthilatdariya AKP’ê ya ji gelê Kurd ditirse bibe xwedî statû, çeteyên El Nusra perwerde dike, çek dide wan û êrîşî gelê Kurd dike. Duzgun bang li Neteweyên Yekbûyî, Yeketiya Ewropa û hikumeta Swêdê kir ku, li dijî êrîşên li ser Rojava helwesta xwe diyar bikin.
Duzgun bilêv kir ku, çeteyên êrîşî gelê Kurd dikin ji aliyê welatên paşketî ên weke Qetar, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ve têne finance kirin. Duzgun got: “Di demokrasiyê de gotina dawî gel dibêje. Gelê Kurd aliyê xwe diyar kir. Hem rejima Esad û hem jî muxalif neçarin qebûl bikin.”
Xwepêşandan bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Rojava” bidawî bû.