Efrîka: Bi sed mîlyonan xizan û çend mîlyarder

Efrîka: Bi sed mîlyonan xizan û çend mîlyarder

Li parzemîna Efrîkayê ku bi sed mîlyonan mirov di binê sînorê xizaniyê de dijîn, karsazên bi mîlyaran dolarî maldariya xwe ketin lîsteyan, balê dikşînin. Li gorî klasmana dewlemendên nû  ya kovara Ventûresê weşand, li gelek welatên ku bi xizaniyê re rû bi rû ye, karsazên mîlyarder hene.

Li gorî daneyên 2012'an ên ji aliyê Ventûresê hatin weşandin, Li Efrîkayê herî kêm 500 mîlyon mirov di sînor an jî binê sînorê xizaniyê de dijîn. Li heman parzemînê 55 karsazên mîlyarder hene. Piraniya van karsazan jî, welatiyên Nîjerya yê xwedî çavkaniyên girîng ên petrolê û Komara Efrîka Başûr in, ku li vir jî serdestiya aboriyê ya spiyan dewam dike. Maldariya 20 karsazên Nîjeryayî mîlyar dolarî derbas dike, li Efrîka Başûr 9, li Misrê 8, li Angola, Cezayîr, Swazîland, Tanzanya û Zîmbabwe jî mîlyarderek hene.

Kovara Ventûres diyar dike ku teza Forbes a radigihan ku li Efrîkayê 40 karsazên mîlyarder hene şaş e û destnîşan kir ku ev karsaz ji ber têkiliya berjewendiyên wan li gel dewlet û desthilatdariyan, maldariyên wan tên veşartin.

NÎJERYA: 20 MÎLYARDER Û BI DEH MILYONAN MIROVÊN XIZAN

Her çend di warê giştî de hejmara karsazên mîlyarder ên li parzemîna Efrîkayê li gorî welatekî din ê pêşketî kêm be jî, lê dema rewşa giştî ya gelek welatan li ber çavan tê girtin, ev hejmar balê dikşîne. Bi tenê li welatên li binê Saharayê tê texmînkirin ku zêdeyî 400 mîlyon mirov di binê hatineyeke 1,5 dolarî de dijîn.

Li gorî Ventûres, li Nîjeryaya xwedî 20 karsazên mîlyarderên dolar, li gorî hêza kirînê, hatineya salane ya milî ji bo mirovekî derdora 2,500 dolar e. 2 ji 3 parên nifûsa 170 mîlyonî, rojê bi 1 dolarî neçare 'bijî'. Nîjerya bi çavkaniyên xwe yên girîng ên petrolê tê naskirin.

Lê belê, tê gotin salê bi 10 mîlyar dolarî qeçaxçitiya petrolê tê kirin û dewlemendên Nîjeryayê jî bi vê sayê mîlyarder dibin.

YÊN KU DI MADENÊN ELMASÊ DE MÎLYONAN JÊ DIXWIN JÎ DI LÎSTEYÊ DE NE

Welatê Efrîka Başûr ku di nava welatên din ên parzemînê de xwedî aboriyeke xurt e, li vir jî serdestiya spiyan a li qada aboriyê di nava "dewlemendan" de jî xwe dide der. 5 mîlyarderên destpêkê yên Ventûres ji Efrîka Başûr xist rêzê, ji karsazên spî pêk tên. Li welêt kengî hejmara dewlemendan zêde dibe, xizanî jî zêde dibe.

Ventûres radigihîne ku ji van karsazan Nîcky Oppenheîmer, maldariya xwe ya ji 6,4 mîlyar dolarî, deyndarê madenên xwe yên berê yên elmasane. Madenên Elmasan di heman demê de weke qadên ku bi mîlyonan Efrîkî di şert û mercên koledariyê de tên xebitandin, tên zanîn.