DYE nûneriyên xwe yên li 22 welatan girt

DYE nûneriyên xwe yên li 22 welatan girt

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), bi sedema 'gefa global' nûnerên xwe yên dîplomatîk ên li 22 welatên Rojhilata Navîn û Efrîka Bakur girt. 

Wezareta Karên Derve ya DYE, di çarçoveya biryara xwe ya roja Înê ya bi sedema 'gefa global' de, di serî de Îsraîl, Urdun, Qûweyt, Lîbya, Ûmman, Qatar, Erebîstana Sûdî, Yemen, Efganîstan û Bangladeş konsolos û sefaretxaneyên xwe yên bilind ên li 22 welatan girt.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE Marîe Harf di daxuyaniya xwe ya beriya niha der heqê girtinê de anîbû ziman ku biryara girtinê ji bo ewlekariya xebatkar û mêvanan hatiye dayîn û dema girtîbûna nûneriyan dikare were dirêjkirin.

Di daxuyaniya li ser girtina nûneriyan de ji bo 'gefa global' agahiyeke zelal nehat dayîn, lê belê di hişyariya duh a ji bo welatiyên DYE yên li gelemperiya cîhanê ya ji bo ger û geştê de, bal hat kişandin ser El Qaîde û rêxistinên pê ve girêdayî.

Di hişyariya mijara gotinê ya Wezareta Karên Derve de hat gotin, "Îstîxbarata heyî nîşan dide ku El Qaîde û rêxistinên pê ve girêdayî, li herêmê û derveyî herêmê êrîşên terorîst plan dikin û wê heta dawiya Tebaxê ev êrîş dewam bikin." Di hişyariyê de hat gotin, "terorîst wê êrîşî wesaîtên girseyî û bineyatiya tûrîstîk bikin."

Rayedarên ji rojnameya New York Times'ê re axivîn diyar kirin ku hişyarî xwe dispêre agahiyên ji têkiliya elektronîk a navbera lîderên El Qaîdeyê.

Rayedarekî DYE'yî yê ji televîzyona NBC re axivî û navê wî-ê nehat diyarkirin, ragihand ku ev gef wê di hefteya pêş de bi dawî bibe û pêwendiya vê gefê bi meha Remezanê ve heye.

Di vê navberê de hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Barack Obama, di civîneke payebilind a bi Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê de, ji şêwirmendên ewlekariyê der heqê 'gefa potansiyel (gengaz)' de agahî stendiye. Di daxuyaniya Qesra Spî ya li ser mijarê de hat gotin, "Gefa potansiyel a li Nîvgirava Ereb hatiye nirxandin."