DYA û YE ji daxuyaniya KCK’ê dilxweş in
DYA û YE ji daxuyaniya KCK’ê dilxweş in
DYA û YE ji daxuyaniya KCK’ê dilxweş in
Daxuyaniya paşvekişandina hêzên gerîlayan ku duh ji aliyê KCK’ê ve hate dayin ji aliyê rêveberiya DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) ve bi dilxweşî hate pêşwazîkirin. Washington û Brukselê di daxuyaniyên xwe de peyam dan ku ew pitşgiriyê didin pêvajoya aşitiyê.
Rêveberiya Koçika Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê got: “em ji bo hewldanên aşitiyê çepikan lê dixin.” Washingtonê di daxuyaniya xwe de got: “Em ji bo hewldanên ji bo çareseriyeke aşitiyane ya têkoşîn û êşa 30 sal in berdewam dikin, çepikan lê dixin.”
Berdevkê Komîserê Berfirehkirina YE’yê Stefan Fule Peter Stano jî diyar kir ku ew ji biryara paşvekişandinê dilxweş in û got: “Ev pêngav dê xweşî û aramiyê ji hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê re bêne.”