DYA û Ewropayê banga Ocalan silav kirin

DYA û Ewropayê banga Ocalan silav kirin

Nunera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de kir silav kir. Rêveberiya Washingtonê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku duh di Newroza Amedê de hate xwendin silav kir.

Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland got: “DYA daxuyaniya ji bo dawîkirina tundiya PKK’ê ya silav dike û weke pêngaveke erênî ber bi dawîkirina pevçûnên trajedîk ên ku 30 sal in li Tirkiyeyê heye bi nav dike.”

Wezareta Derve ya DYA’yê di daxuyaniya xwe de bi awayeke yekser behsa Ocalan nekir, tenê behsa PKK’ê kir.

Berdevka Wezaretê Victoria Nuland got: “Em ji bo hemû hewldanên bi wêrekî yên ji bo çareseriyeke aştiyane ku dê jiyana hemû Tirkan li Tirkiyeyê baştir û demokratîk bike li çepikan dixin.”

Nunera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton tevî Komîserê Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Stefan Fule daxuyaniyek da û got: “Em banga çekdanînê ya PKK’ê û derketina derveyê sînorên Tirkiyeyê silav dikin. Em vê pêngava di çarçoveya pêvajoya bidawîkirina şer û pevçûnên demdirêj de ên ku bûn sedema mirina gelek mirovan , weke pêngaveke girîng dibînin.”

Her du nunerên payebilind ên YE’yê xwestin ev bang bi pêngavên şên ber bikevin meriyetê û diyar kir ku YE gelek caran ji bo aşitiyê bang li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “YE amade ye ku alîkariyê dibe.”