DYA Konsolosxaneya Lahor vala kir
DYA Konsolosxaneya Lahor vala kir
DYA Konsolosxaneya Lahor vala kir
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku ji ber tehdîda Ewlekariyê 19 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt, konsolosxaneya xwe ya li bajarê Lahor a Pakistanê vala kir.
Rayedarekî ji Wezareta Karên Derve ya DYA, da xuyakirin ku biryara valakirina Konsolosxaneya Lahor ji ber ‘tehdîteke îstixbaratî’ ya yekser Konsolosxaneya Lahor eleqedar dike hatiye wergirtin.
Di konsolosxaneyê de ji derveyî personelên ku ne zarûrî ye kar bikin ên din hatine derxistin. Her wiha ji bo personelên dîplomatîk ên li bajarê Lahor dijîn jî talîmata di gera xwe de “heta ji we bê bi sînor bikin” hat dayîn.
Rêveberiya Washington, di hişyariya gerê ya roja Pêncşemê de jî ji tevayî hemwelatiyên xwe xwestibû ku gera xwe ya ne mecbûrî betal bikin an jî biguherin.
Rayedarê Wezareta Karên Derve got, "Biryara ku em konsolosxaneyê vala bikin, yekser girêdayî encameke tehdîtê ya Konsolosxaneya Lahor e. Di vê çarçoveyê de em hişyariya xwe ya ji bo hemwelatiyên Amerîkî rojaneyî dikin."
DYA, vê hefteyê 19 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk bi sedema tehdîtê girtibû.