DYA bikaranînerên telefona mobîl jî dişopîne
DYA bikaranînerên telefona mobîl jî dişopîne
DYA bikaranînerên telefona mobîl jî dişopîne
Derket holê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA, der barê telefonên mobîl ên li cîhanê de rojane nêzî 5 mîlyar qeyd kom kiriye.
Li ser skandala DYA ya guhdarîkirinê, agahiyên nû tên. Li gorî belgeyên veşartî yên wezîfedarê berê yê îstîbaratê Edward Snowden rojnameya The Washington Postê ragihand ku DYA bi mîlyonan bikaranînerên telefona mobîl bi rêya sînyalan şopandiye.
Li gorî nûçeya rojnameyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA der barê tevgerên telefona mobîl de rojane 5 mîlyar qeyd kom kiriye. Her wiha derbarê cihê daneyan ê ajansê de agahî hat dayîn ku bi sed mîlyonan cîhaz hene.
Mijar, ji aliyê rêveberekî bernameyê yê di Ajansa Ewlekariyê ya Neteweyî ya DYA de cih digire û bi destûra ajansê axivî ve, hat piştrastkirin.
Di meha Hezîrana îsal de di belgeyên ketin destê The Gûardîan de aşkera bûbû ku NSA yekser dikarin xwe bigihêje sîstemên daneyan ên kargehên înternetê Mîcrosoft, Google, Facebook û Apple.
Dûre jî derket holê ku DYA li 35 lîderên cîhanê guhdarî kiriye. Vê rewşê rê li ber krîza dîplomatîk vekiribû.