DYA 19 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk wê bi qasî hefteyekê girtî bihêle
DYA 19 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk wê bi qasî hefteyekê girtî bihêle
DYA 19 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk wê bi qasî hefteyekê girtî bihêle
DYA, bi îhtîmala gumana êrîşan ku sefaretxane û konsolosxaneyên xwe roja Yekşemê girt da xuyakirin ku 19 ji wan bi qasî hefteyekî wê girtî bimînin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA’ê de hat gotin ku 19 sefaret û konsolosxane heta 10’ê Tebaxê wê girtî bimînin.
Wê DYA nûnertiyên xwe yên dîplomatik ên li Bexda, Erbîl, Qabîl û Cezayirê jî ji îro û pê ve ji nû ve veke.
Nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên li Abu Dabî, Amman, Qahîre, Riyad, Dahran, Cîdde, Doha, Dubaî, Kuveyt, Manama, Muskat, San, Trablus, Antanarîvo, Bujumbura, Cîbutî, Hartum, Kîgalî û Port Louis jî heta roja Şemiyê wê girtî bimînin.
DYA, roja Înê, ji ber îhtîmala êrîşên ji aliyê El Qaîde piştî daxuyanî da ku wê roja yekşemê hin sefaretxane û konsolosxaneyên xwe bigire bi çend saetan li gelemperiya cîhanê hişyariya gerê dabû hemwelatiyên xwe.
Hat ragihandin ku hişyariya ji aliyê Wezareta Karên Derve hatiye li ser esasê agahiyên elektronîk ên El Qaîde hatin wergirtinin.
Di daxuyaniyê de, hatibû destnîşankirin ku ev hişyarî heta dawiya Tebaxê derbas dibe û wiha hatibû gotin, "Îstixbarata heyî, dide xuyakirin ku El Qaîde û rêxistinên girêdayî wê, li herêmê û derveyî herêmê êrîşan plan dikin û dibe ku heta dawiya tebaxê êrîşekê pêk bînin.”