Du jin û zarokek bûn qurbanên topên çekdaran

Du jin û zarokek bûn qurbanên topên çekdaran

Hate ragihandin ku komên çekdar ên muxalefetê taxa Cemîlê ya Helebê topbaran kirine û di encamê de 2 jinan û zarokekê jiyana xwe jidest dane û hin kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Helebê pevçûnên di nabera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên muxalefetê dewam dikin. Hate gotin ku komên çekdar ên muxalefetê taxa Cemîliyê topbaran kirine. Hate ragîhandin ku ji ber topbaranê 2 jinan jiyana xwe jidest dan û hin welatî jî birîndar bûne. Her wiha ziyana madî li derdorê çêbû.

Çavkaniyan ragihand ku pevçûnên li herêma Şêx Seîd di navbera çekdarên muxalefetê û hêzên rêjîmê de şer didome. Li gorî agahiyan di pevçûnên li vê derê de komên çekdar 15 leşkerên rêjîmê dîl girtin. Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên rêjîmê derdora Zanîngeha Helebê girtiye û li ber deriyê zanîngehê hêzên xwe zêde kirine.

Li aliyê din hate destnîşankirin ku balafirên şer ên rêjîmê riya Heleb Kefer Hera bombebaran kirine. Hate gotin ku di encamê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne. Çavkaniyan diyar kirin ku li bajaroka Til Rifet a Helebê zarokek bi guleyê hatiye kuştin.

Hate gotin ku hêzên rêjîmê îro di saetên sibê de bajaroka Tiyara piştî pevçûnên dijwar bi dest xistiye. Hate ragîhanin ku di van pevçûnan de 8 endamên komên çekdar hatine kuştin.

Li Herêma El-Neqareyên û Tilet Şêx Yûsif di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de pevçûn dewam dikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çekdarên muxalefetê balafirgeha Nîreb a leşkerî hedef girtin û di encamê de hin leşkerên rêjîmê hatine kuştin.