'Dixwazin nirxên gelê Kurd tine bikin'

Ji ANKA-DER'ê Dogan Şenses nerazîbûn nîşanî êrişên li ser çanda Kurd da û destnîşan kir ku li dijî sîstema înkarê divê gelê Kurd xwedî li çanda xwe derkeve.

ÊRIŞÊN LI SER ÇANDA KURD

Nûnerê ANKA-DER'ê Dogan Şenses li ser girtina ciwanên Kurd a ji ber gerandina govendê û jêbirina nivîsên bi Kurdî yên trafîkê nêrînên xwe anî ziman û got, "Bi polîtîkayeke welê nêzîk dibin ku dixwazin her tiştên gelê Kurd tine bikin." Şenses diyar kir ku gelê Kurd divê li hemberî vê yekê xwedî li çand, ziman û govenda xwe derkeve.

Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) Dogan Şenses têkildarî êrişên li ser çanda Kurd ku dema dawî zêde bûne ji ANF'ê re axivî.

Şenses bi bîr xist ku AKP bi rexnekirina tekperestî û wesayetê bû desthilatdar û got, "Di salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de bi van gotinan îdîa kir ku wê pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Di asta heyî de mirov ji ber gerandina govendê têne girtin û nivîsên bi Kurdî yên trafîkê têne jêbirin ku ev yek dewamiya feraseta tekperest a komarê ji aliyê AKP'ê ve ye."

Şenses ragihand ku tifaqa AKP-MHP'ê bi zextê dixwaze çanda Kurd tine bike û got, "Ev feraset ew feraset e ku li ku derê Kurdek hebe, li ku derê nirxekî Kurdan hebe tine bike yan jî asîmîle bike. Ev feraset koda avakirina komara tekperest e."

JI SALÊN 1990'Î Û VIR VE TIŞTEK NEHATIYE GUHERTIN

Şenses destnîşan kir ku dem guherî ye lê belê mejî û kiryarên zordar mîna xwe mane û pêvajoya heyî şiband salên 1990'î ku kuştinên kiryar nediyar, zext û êşkence dihate kirin. Şenses got, "Beriya salên 2000'î li hemberî kasetên muzîkê yên Kurdî operasyon dihate kirin. Ji ber vê jî kaset dihatin veşartin. Têkildarî vê yekê li her gundekî Kurdan gelek çîrok hene. Polîtîkayên ku niha hikumeta AKP-MHP'ê li dijî Kurdan dimeşîne ji vê cuda nîne. Her wiha jê gelekî girantir e û ji bo tinekirina govenda hezaran salî ya Kurdan, ziman, bi kurtasî ji bo tinekirina hemû nirxan e. Naxwe ti sûcekî Kurdan nîne. Xwedîderketina li nirxên herî mirovî yên gelekî ti carî weke sûcekî nabe ku bê dîtin."

EM Ê XWEDÎ LI ZIMAN Û GOVENDA XWE DERKEVIN

Şenses got, "Gerandina govendê, muzîka Kurdî, nivîsên bi Kurdî li bajar, kolan û dikanan sûc nîne. Ji bo bê îspatkirin ku ev yek sûc nîne pêwîstî bi destûra bingehîn an jî qanûnekê nîne. Ev yek nirxên herî mirovî ne" û destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî vê sîstema înkarê divê xwedî li çanda xwe derkeve. Şenses got, "Li her devera em lê ne divê em bi zimanê xwe biaxivin. Di heman demê de bêyî ku ji feraseta desthilatdariyê tiştekî hêvî bikin divê me li her derê statuya zimanê xwe misoger bikin. Bi vî rengî wê têkoşîneke rasteqîn li hemberî polîtîkayên tinekirinê bê meşandin."

Şenses ragihand ku weke ANKA-DER'ê ew bi biryar in ku li dijî înkara çandî li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.