Di têkoşîna li dijî Ebola de alîkariya IMF û Kuba
Di têkoşîna li dijî Ebola de alîkariya IMF û Kuba
Di têkoşîna li dijî Ebola de alîkariya IMF û Kuba
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), biryar da ku di têkoşîna li dijî şewba ebola ya li Rojavayê Afrîkayê her diçe belav dibe de, alîkariya madî ya ji 130 mîlyon dolarî bike. Tê payîn ku saziyên din ên navneteweyî jî di vê têkoşînê de alîkariyeke ji 170 mîlyon dolarî bikin. Kubayê jî ragihand ku ew ê 300 wezîfedarên xwe yên tenduristiyê bişîne Rojavayê Afrîkayê.
Ji 6 hezar 574 nexweşên li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê bi vîrûsa ebola ketin, 3 hezar 91 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vîrûsê hînê tedawiyek nehatiye peydakirin. Li gelek herêman karantîna hatine avakirin. Bi tenê li Sîerra Leoneyê 1,2 mîlyon kes neçar in li herêmên di bin karantînayê de bijîn.
Di têkoşîna li dijî nexweşiyê de IMF'ê da xuyakirin ku ew ê 130 mîlyon dolar bide. Di daxuyaniya Desteya Bicihanînê ya IMF de hat ragihandin ku wê ji Lîberyayê re 49, ji Gîneyê re 41 û Sîerra Leone re jî 40 mîlyon dolar alîkarî bê dayîn. Alîkariyên madî wê di dema herî kurt de ji van welatan re bên şandin.
Li aliyê din hikûmeta Kubayê, ji bo destekê bide têkoşîna li dijî ebolayê biryar da, ku 300 wezîfedarên xwe yên tenduristiyê bişîne Rojavayê Afrîkayê. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Prensa Latina, di nava van wezîfedarên tenduristiyê de wê doktor û hemşîreyên di mijara ebola de perwerde dîtine, cih bigirin.