'Di stranên Êzidiyan ên evîndariyê de jî şopa fermanê heye'

Derhênerê dokûmantera 'Evîn di rûyê qirkirinê de" Şêro Hindê got, "Eger hûn dixwazin çand û dîroka Kurdan nas bikin divê hûn bala xwe bidin ser dengbêjiyê" û diyar kir, "Di dengbêjiya Êzidî de, di stranên wan ên evînê de jî şopa fermanê heye."

Derhênerê Rojavayî Şêro Hindê bi gotin û têgihiştina "Eger hûn dixwazin çand û dîroka Kurdan nas bikin divê hûn berê xwe bidin dengbêjiyê" çûye Şengalê.

Ji bo vê jî berê xwe da Êzidiyan ku weke bingeha Kurdîtiyê tên qebûlkirin. Demeke kurt piştî komkujiya Şengalê berê xwe da herêmê.

Yanî wan rojên ku li aliyekî qirkirin hebû li aliyê din jî berxwedana destanî ya li dijî qirkirinê, li Şengalê dest bi lêkolînê û kişandina dîmenan kir.

Dokûmantera "Evîn di rûyê qirkirinê de" ku derhêneriya wê Şêro Hindê û stranên wê jî Mehmûd Berazî amade kir û ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve hate çêkirin, doh fragmana wê hate weşandin.

Dokûmantera li ser dengbêjiya Kurdên Êzidî ku di nava 3 salan de hate amadekirin, di demeke nêz de wê li Festîvala Dokûmanteran û Fîlman a San Sebastîan û gelek festîvalên din ên navneteweyî bê nîşandan.

Derhênerê Rojavayî Şêro Hindê li ser dokûmanterê û dengbêjiya Êzidî ji ANF'ê re axivî.

Şêro Hindê diyar kir ku piştî komkujiya Şengalê wan taybetmendiyên baweriya Êzidiyan, jiyan û çanda wan hîn ji nêz ve nas kirine û ji bo vê jî berê xwe dane dengbêjiyê.

Şêro Hindê bi bîr xist ku gelek caran ferman li Êzidiyan rabûne, lê belê ev hemû bi rêya dengbêjiyê nehatine jibîrkirin û ji nifşên nû re hatine ragihandin.

'DI STRANÊN WAN ÊN EVÎNDARIYÊ DE JÎ ŞOPA FERMANÊ HEYE'

Şêro Hindê got, "Di nava stran û dengbêjiya Êzidiyan de em li şopa gelek serpêhatiyên Êzidiyan rast hatin" û têkildarî navê vê belgeselê jî got, "Mînak; di straneke evîndariyê de jî me dîtin ku şopa komkujî û trajediyan heye. Ji xwe me sûd ji vê yekê girtin û bi vî rengî dest bi kar kirin. Bala xwe bidin ser stranên evîndariyê yên Êzidiyan, di tevahiya wan de hûn ê teqez li cihekî şopa fermanê bibînin. Mînak; piştî fermaneke ku ji aliyê Osmaniyan ve hate rakirin, evîndar ji hev qut bûn. Mêr hatin kuştin, yan jî êsîr hatin girtin, jin jî hatin revandin. Di strana li ser vê de hûn dikarin şopa fermanan, komkujiyan bibînin."

'DENGBÊJIYA KURD LI SER HER QADA JIYANÊ YE'

Şêro Hindê got, "Piraniya van stranan mîna belgeyeke dîrokî ne. Di nava wan stranan de ferman, deverên ku lê qewimîn, yên hatin kuştin, yên li ber xwe dan; bi kurtasî gelek agahiyên li ser felaketê hene" û destnîşan kir ku dengbêjiya Kurd ne tenê li ser mijarekê heye, ew li ser her qada jiyanê ye.

Şêro Hindê diyar kir ku salên dawî ev kevneşopî li ber jibîrkirinê ye, mîna ku tenê ji bo beşek ji civakê ye û got, "Em jî ji bo ev çand neyê jibîrkirin hewl didin."

'ME XWEST VÊ ÇANDÊ BIDIN NASKIRIN Û XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Şêro Hindê anî ziman, piştî ku muzîsyen û aranjor Mehmûd Berazî got ku dengbêjiya Êzidiyan cuda ye, xwedî aliyên resen û rêbazeke cuda ye, lewma wan jî dest bi lêkolîna dengbêjiya Êzidiyan kirine û got, "Bi komekê me dest bi vî karî kir. Ji bilî min gelek hevalên mîna Mehmûd Berazî, Zohrab Qado, Xoşman Qado, Brahîm Feqe me dest bi kar kir. Me xwest vê çandê bidin naskirin û xwedî lê derkevin."

'JI BER KU KAREKÎ HESAS BÛ, DEMEKE DIRÊJ DEWAM KIR'

Şêro Hindê bal kişand ser aliyên taybet û resen ê dengbêjiya Êzidî û got, "Lê belê di nava xwe de jî cihê ye. Gelek formên xwe hene, mîna; Dengbêjiya civakî, dengbêjiya bi rengê olî, dengbêjiya herêmî."

Şêro Hindê anî ziman, ku ji ber karê kirine hesas e, dema amadekirinê jî dirêj dewam kiriye û got, "Montaj û muzîkên wê gleekî dem jê re diviyabû. Ji ber ku karekî hesas bû. Nedibû ku hema ji ber xwe ve muzîk bê bikaranîn. Diviyabû reseniya wê bihata parastin. Mesela diviyabû gelek têgîn û formên wê hatibûya lêkolîn."

KOMUNA FÎLMAN A ROJAVA

Têkildarî kişandin û amadekirina dokûmanterê jî Şêro Hindê got, "Em karekî komunal dimeşînin. Ji karê kişandina dîmen heta montaj û senaroyê, ji muzîkê heta dengê dokûmanterê em her tiştî li vir dikin. Ji derve kes nîne. Gelek kesan xwest piştgiriyê bidin. Lê belê me qebûl nekir. Kêmasiyên me hebin jî me xwest em bi xwe bikin."

ŞÊRO HINDÊ KÎ YE?

Şêro Hindê sala 1983'an li Qamişloyê ji dayik bû. Li beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Şamê xwend. Li Şamê demekê perwedeya kamerayê wergirt û bi Şoreşa Rojava re cihê xwe di nava Komuna Fîlman a Rojava de girt. Li qada çandê lêkolînan dike. Di heman demê de nivîskarê gotinan e û di hin fîlman de jî bi rola lîstikvaniyê rabûye.