Di şewateke li Çînê de 112 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di şewateke li Çînê de 112 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Çînê îro danê sibê li fabrikayeke mirîşkan de şewatek derket û di encamê de herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Çînê Xinhua ragihand, ku îro danê sibê li dora saet 6'an, di fabrîkayeke mirîşkan a li bakurrojhilatê welêt şewat derketiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama şewatê de 112 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rayedaran dan xuyakirin ku di dema şewatê de 300 karker li fabrîkeyê dixebitîn û ji vana 100 jê xwe ji şewatê rizgar kirine.

Hat ragihandin ku ekîbên arkuj piştî 6 saetan gihaştine cihê bûyerê û şewat hînê dewam dike. 

Herçend sedema derketina şewatê sedî sed eşkere nebûye jî, fikar ji sîstema elektrîkê tê kirin.