Di şewata li DYE de 19 arkujan jiyana xwe ji dest dan
Di şewata li DYE de 19 arkujan jiyana xwe ji dest dan
Di şewata li DYE de 19 arkujan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Arîzona ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), ji arkujên hewl dan şewata li daristanê vemirînin, 19 jê jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku arkujên mijara gotinê, di nava şewata bi lez belav dibû de asê mane, lewma jiyana xwe ji dest dane. Her weha hat ragihandin 22 arkuj jî birîndar bûne.
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji êrişên 11'ê Îlona sala 2011'an û vir ve yekemcar e di bûyereke bi tenê de 19 arkuj jiyana xwe ji dest didin.
Hat ragihandin, arkujên jiyana xwe ji dest dan, arkujên ji bo vemirandina şewata ji ber birûskê ya li herêma bakurrojavayê paytexta eyalet Phoenixê roja Înê derketibû, li navçeya Prescottê hatibûn wezîfedarkirin.
Ji ber şewata mijara gotinê, qadeke mezin a daristanî bi xwelî û bi sedan kes jî neçar man cihên xwe biterikînin.
Tê gotin, germa zêde ya li rojavayê welêt, bandor li şewatê kiriye. Li Death Valley (Newala Mirî) pileya germê duh 53 bû. Germahiya mijara gotinê ji sala 1913'an û vir ve yekemcare ewçend bilind bûye.