Di serdegirtinên li Qahîreyê de hejmara wendahiyan zêde dibe
Di serdegirtinên li Qahîreyê de hejmara wendahiyan zêde dibe
Di serdegirtinên li Qahîreyê de hejmara wendahiyan zêde dibe
Li paytexta Misir Qahîreyê, hejmara kesên di serdegirtina konên alîgirên Serokkomarê berê Mûhammed Mûrsî de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Rayedar dibêjin 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê rêxistina Biratiya Misliman radigihîne ku 127 kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane.
Bi hezaran kesên darbeya leşkerî û têkbirina Mûrsî şermezar dikin, ev 6 heftene li derveyî mizgefta Raba El Adaviye û Qada Nahdayê kamp ava kirine. Hejmara mirovên di encama destwerdana hêzên çekdar de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe.
Li gorî rayedaran 26 kes, lê li gorî rêxistina Biratiya Misliman heta niha 127 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin, pevçûnên li Qada Rabaul Adaviye dewam dikin û kontrola qada Nahda jî ketiye destê polîsan û konên xwepêşandêran hatine rakirin.
Alîgirên Mûrsî yên bi hefteyane çalakiyên protestoyî lidar dixin dixwazin wezîfeyên Mûrsî lê werein vegerandin.
Ji 3'ê Tîrmehê roja lidarketina darbeyê û vir ve, zêdeyî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan.