Di seferên Lufthansa de greva roj û nîvekê

Di seferên Lufthansa de greva roj û nîvekê

Li dû greva bi bandor a rêyên hesinî ya dawiya hefteyê, li Elmanyayê vê carê pîlotên Lufthansa biryara grevê dan. Greva ku wê îro destpê bike û heta sibê nîvê şevê dewam bike, wê bandorê li gelek seferên cihên nêz û dûr ên kargehê bike.

Di daxuyaniya sendîkaya pîlotan Vereinigund Cockpit (VC) de hat ragihandin ku pîlotên ser bi kargeha Lufthansa wê îro saet di 13'an de dest bi grevê bikin û heta sibê nîvê şevê wê grev dewam bike. Hat diyarkirin ku pîlotên balafirên ji Airbus-A320 (A318, A319, A320, A321), BOeing 737 û Embaerê beşdarî greva li gelemperiya welêt bibin. Di daxuyaniya VC de hat gotin ku seferên ji bo cihên dûr û nêz di nav grevê de cih digirin.

VC da zanîn ku seferên Germanwings, ku weke kargeha bira ya Lufthansa tê zanîn, wê nekeve bin bandora grevê. Ji ber greva roj û nîvekê tê payîn ku beşeke mezin a sefera nêzî 200 hezar rêwiyan betal bibe.

Kargeha rêyên hewayî ya neteweyî ya Elman Lufthansa li ser pîlotan ferz dike ku temenên teqawîtbûyînê ku niha 55 e heta sala 2016'an bê zêdekirin û sînorê jêrîn ê teqawîtiyê jî li gorî dema xebatê ya pîlotan bê sererastkirin. Sendîkaya VC vê hewldanê red dike û diyar dike ku Lufthansa ji meha Nîsanê û vir ve hemû pêşniyarên li hevkirinê yên sendîkayê ji nedîtî ve hatiye.