Di şanoyê de bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî

Di roja 3’emîn a Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê de, bal hat kişandina ser bikaranîna çekên kîmyewî.

8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê destpê kiribû, di roja 3'emîn de bi 3 lîstikan berdewam kir. 

Bernameya şanoyê ya îro bi lîstika "Sureyya Karacabey – Semînera Şano û Demê" destpê kir. Nevaroka şanoyê li ser dem û hunerê bû.

Bername bi lîstika "Qesra Balindeyên Xemgîn" ku ji ber pirtûka Bextiyar Elî hatiye nivîsandin û teksta lîstikê ji aliyê Alan Ciwan û Huseyîn Umaysiz ve hatiye nivisandin, dewam kir. Lîstik ji aliyê Xezal Redkanî û Alan Cîwan ve hat lîstin. Di lîstikê de lîstikvan li ser bedena xwe bi bêhn, deng, reng û stranan di dema niha de dikevin pey şopa rêçên xwe û dipirsin, "Ya ku me dike em çi ye?"

Roja sêyan a mîrhîcanê bi lîstika "Bîrdank" ku ji aliyê Rêveberîya Hunera Şanoyê ya Dihokê ve hatiye amadekirin, bi dawî bû.

Listika "Bîrdankê" rexneyeke mezin li modernîzmê dike û li gel modernîzmê veguherîna mirovan berbiçav dike. Li gel vê veguherînê çekdarbûyîna navneteweyî û şerên mirovahiyê ku mirov ji mirovbûnê dûr dixe radixe ber çavan. Derhêner vê yekê xwestibû bi maskeyên gazê di Bîrdankê de bi cih bike.

Listik li gel metafora sotemeniyê ku ji bo gelên cîhanê derfeta jiyana aramiyê ye, lê mixabin ji bo Kurdan mijara şerên navxweyî û rizîbûnê ye. Her ku sotemenî di nava axa Kurdistanê de heye, hem çavên hêzên hegemon hem jî Kurdên ku çavên wan birçî nahêlin yekîtî û aramî di nava Kurdan de bi cih bibe.

Di lîstikê de migfer wekî sembola desthilatê tê nîşandan. Desthilata ku karibe hemû Kurdan bîne cem hev, dema ku vê erkê digire, li dewsa xwişk û biratî û aramiyê bi pêş bixe, pêşî ji gelê xwe re dibe “ezbenî” û li gel Maskeya gazê û sotemeniyê warê mirovahiyê dike dojeha li ser erdê. Lîstik ji dîrokê gelek metaforên evîn, wijdan, çand û jiyana Kurdan di nava xwe de dihewîne. Di dawiyê de lehengê ku paqijî dikir maskeyên gazê, sotemenî û mîgfer xist nava gêlazê û diyar kir ku bîrdanka Kurdan êş û elemên Kurdan e.

Piştî lîstikê Şanoya Bajêr a Amedê plaket da lîstikvanan û lîstikvanan jî nûnerên xwe silav kirin.

BERNAMEYA SIBÊ

Bernameya sibê ya mîhrîcanê bi vî awayî ye:

*23'ê Cotmehê: Yenî Sahne ya Êlihê - Serbaz (15.00)

*23'ê Cotmehê: Kati Hwner (Kerkûk) - Kas w Hanvın (20.30)