Di qezaya trenê ya Îspanyayê de hejmara miriyan derket 80’î

Di qezaya trenê ya Îspanyayê de hejmara miriyan derket 80’î

Di qezaya trenê ya roja Çarşemê li bakurê rojavayê Îspanyayê Santîago de Compostela rû da hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 80’î.

Qeza, 24’ê Tîrmehê roja Çarşemê saet 20.42’an de 4 kîlometre dûrî Îstasyona Santîago de Compostela pêk hat. Li gorî agahiya nû ya Walîtiya Herêma Xweser a Galîçya 80 kesan jiyana xwe wenda kiriye.  

Ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane li Galîçyayê 7 roj, li giştî Îspanyayê jî 3 rojan şîn hat îlankirin. Reutersê di nûçeya xwe ya ku daxuyaniya rayedarekî nêzî lêpirsînê wek çavkanî nîşan daye de destnîşan kir ku tren ji ber leza zêde ji rayan derketiye.

Ev qeza  piştî qezaya di sala 1944’an ya di navbera Madrîd û Galîçya de rû da û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da ya duyemîn e ku bûye sedema mirina gelek mirovan.