Di qeza balafirê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qeza balafirê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qeza balafirê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Balafirgeha San Francisco ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ji ber ketina balafireke rêwiyan a ji Koreya Başûr dihat, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 181 kes birîndar bûn.
Li Balafirgeha San Francisco ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, balafira Rêyên Hewayî ya Asiana ya Koreya Başûr a bi tîpa Boeing 777, gava dadiket, ket xwarê. Ji ber qezayê, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 47 jê giran 181 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran 2 jê zarok in.
Hat ragihandin, balafira ku tê de 291 rêwî û 16 xebatkar hebûn, gava dadiket, teriya wê li erdê ketiye. Rayedaran dan xuyakirin ku ji rêwiyan 141 jê Çînî, 77 jê ji Koreya Başûr û 61 jê welatiyên Emerîkayê ne.
Rayedaran der heqê sedema ketina balafirê de heta niha ti daxuyanî nedane. Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 777 xwedî du motoran e û ji aliyê gelek kargehên rêyêh hewayî yên mezin ên cîhanê ve tên bikaranîn.