Di pevçûnên li Misrê de 9 kes mirin
Di pevçûnên li Misrê de 9 kes mirin
Di pevçûnên li Misrê de 9 kes mirin
Alîgirên Serok Komarê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî ku bi derbeyê ji peywirê hate dûrxistin, çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Hate ragihandin ku, di çalakiya rûniştinê de pevçûnê rûda û di encama pevçûnê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.
Pevçûn li paytext Qahîre û wîlayeta Qalyûbiya rûdan. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Misrê aşkera kirin ku, di nava 24 demjimêran de di pevçûnên navbera alîgirên Mûrsî û komên dijber de bigiştî 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku, di pevçûnan de zêdetirî 30 kesan birîndar bûne, balkêş bû ku nehate behs kirin ka leşker û polîsan mudaxele kiriye yan na. Çavkaniyên biyanî ên li Qahîreyê gotin, polîsan raste rast gule berdane alîgirên Mûrsî.
Alîgirên Mihemed Mûrsî ku li Zanîngeha Qahîre û Mizgefta Rebia’tul Adeviyye kamp avakirine, dibêjin Mihemed Mûrsiyê ku 3’ê Tîrmehê bi derbeyek leşkerî ji peywirê hate dûrxistin hêjan serokê rewa yê welate û dixwazin peywira wî bê îadekirin.