Di pevçûnên li Misrê de 7 kes mirin
Di pevçûnên li Misrê de 7 kes mirin
Di pevçûnên li Misrê de 7 kes mirin
Li Misrê di pevçûna navbera alîgirên Muhemed Mûrsiyê di desthilatdariyê de û muxalîfan de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê di pevçûnên ku li taxa Gîzeh a Qahîreyê rûdan de, ji her du aliyan 7 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku, bi çekan giran birîndar bûne.
Birayên Misilman ku hewildan Serok Komar Mûrsî welat bi bîrdoziya olî birêve bibe, her ku diçe polîtîkayên ber bi otorîterbûnê ve diçe, gel dîsan rakir serhildanê.
Gelê Misrê ê ku Husnî Mubarek ji text xist, dixwazin Mûrsî jî biçe. Roja Yekşemê li gorî çavkaniyên leşkerî, 14 milyon kes daketin qadan, xwest biçin hilbijartina serok komariyê.