Di Pêngava Qedandina Terorê de çekên çeteyan hatin desteserkirin

Pêngava Qedandina Terorê ya ku QSD’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dabûn destpêkirin, di roja 3’an de didome. Di pêngavê de şervanan dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan.

Di roja 3’an a pêngavê de 12 çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibûn girtin.

Şervanan îro li Dêrazorê li nêzî sînorên Iraqê dest danîn ser 3 çekên AK47 û 8 şarjorên wê, demançeyek û 3 jarjorên wê, tivingeke Brûno û gelek fîşekên BKC’yê.