Di navbera Washîngot-Moskowê de trafîka Sûriyeyê
Di navbera Washîngot-Moskowê de trafîka Sûriyeyê
Di navbera Washîngot-Moskowê de trafîka Sûriyeyê
Hevdîtinên di navbera Moskow û Washingtonê de li ser Sûriyeyê gihişt lihevkirinekê. Dihat payîn ku Serokwezîrê Îngîlîstanê biçe serdana Moskowayê. Lê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê dubare kir ku lêbelê bi çûyîna Beşar El Esad û rejîmê çareserî dest pê bike.
Pevçûnên li Adara 2011’an de li Sûriyeyê destpêkirin, bi hemû wehşeta xwe didome. Ligorî NY’ê ji 70 hezarî kesî jiyana xwe ji dest da û aliyekê v îşerî Beşar El Esad û yê piştigiriyê didin Esad, Eniya Rusya û Îranê heye. Aliyê din jî komên çekdar û yên ku piştgiriyê didinê Tiriye û welatên Rojava hene.
Tê gotin ku di rewşa Sûriyeyê de diyaloga navbera DYA û Rusyayê de encam daye. Moskowa û Washîngotnê li hev kir û banga çareseriyeke siyasî li muxalîf û rejîma Sûriyeyê kir. Her wiha her du welatan bang kir ku divê demildest li ser Sûriyeyê konferansek bê lidaraxistin.
Di konferansa ku di 2012’an de li Cenevreyê pêk hatibû de plana ku hatibû qebulkirin wek metneke mirî hatibû hiştin. Di plandê bi taybet li çûyîna Beşar El Esad hatibû sekinandin.
Rejîma Sûriyeyê da zanîn ku Esad dê li gorî encamên hilbijartinên serokdewletiya 2014’an tevbigere û der barê lihevkirina Moskowa û Washingtonê de titşek negot. Lihevkirin ji aliyê navbeynkarê navnetewî yê j ibo Sûriye û Yekitiya Ewropayê, Lakhdar Brahîmî hat slavkirin.
Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê jî ji bo çareseriyeke siyasî divê liser çuyîna Esad muzakere neyê kirin. Di daxuyaniya muxalefetê de jî wiha hat gotin: “Em hewldanên navnetewî yên ku ji bo çareseriyeke siyasî tên kirin ên Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê silav dikin. Lê ancax ev bi çûyîna Beşar El Esad dê dest pê bike.
Li aliyê din tê payîn ku serokwezîrê Îngîlîz Davîd Cameron vê înê biçe Moskowê û Vladîmîr Putîn re hevdîtinê bike. Tê gotin ku dê Cameron rewşa bêçekirina komên li Sûriyeyê bigire dest.
Di serî de Fransa û Îngîlîstan û hinek welatên YE’ê di piştgiriya bo çekan a bo muxalîfan de israr dike û welatên wekê Avusturya, Ispanya û Swêd pir erênî nê vê nabin.
Wezîrê karê derve yê DYA’yê John Kerry diyar kiribû ku dê Washington 123 mîlyon dolar alîkarî bide muxalfeta Sûriyeyê. Lê der barê vê de berfireh tiştek negotibû.