Di navbera Rûsya-DYA de pêjna şerê sar

Di navbera Rûsya-DYA de pêjna şerê sar

Di malpera dengê Rûsya ya beşa Kurdî de nivîsandinek derbarê têkîliyên di navbera Rûsya û DYA’yê de hat weşandin. Di nivîsandinê de tê gotin ku, di navbera herdu hêzan de pejnên şerê nû diqewimin. Tê diyarkirin ku, di navbere herdu dewletan de li ser skandala sîxurî Snowden û krîza Sûriyeyê nakokî zêde bûne.

Tê diyarkirin ku, di navbera Rûsya- DYA’yê de şerê sar pêjna wê bilindtir û gurtir dibe. Tê destnîşankirin ku, ji ber  Rûsyayê firsend neda DYA li Sûriyeyê bixe, welatiyên DYA bi dijminane li Rûsyayê dinêrin. Û her wiha ji ber skandala sîxurî ya Snowden jî helwesta erênî ya Rûsiyan li hember DYA hatiye guhertin.

Di nivîsê de tê gotin ku, ger serokekî din ê komarîxwaz bê cihê serok dewletê DYA’yê Baram Obama û helwesteke hişktir nîşanî Rûsya bide, wê rewş vegere salên 1960-70’yî.

Nivîs wiha berdewam dike:

“Rûsya û DYA digihijin ber şêmûga şerê sar ê nû. Li gorî daneyên sosyologan, êdî nîvê welatiyên Rûsya û DYA di vê nêrînê de ne. Di gel vê yekê jî sedemên xirab bûna peywendiyên herdu welatan, cudatir tên bilêvkirin. Skandala sîxurî ya girêdayî bi Snowden bû sedem ku welatiyên Rûsyayê helwestên xwe yên erênî li hember DYA biguherin û ji ber ku Moskow ne hişt Washîngton Sûriyeyê bombebaran bike, welatiyên Amerîkî hîn bi dijminane li Rûsyayê dinêrin.

Li gorî lêkolînên Navenda Sosyolojî ya Rûsyayê, hejmara şêniyên Rûsyayê ku li gor nêrîna wan di navbeyna Moskow û Washîngtonê de wê şerê sar ê nû detpê bibe, gihiştiye ji sedê 46. Ajansa Torên Civakî a Rûsyayê tekez dike ku nêzîkî ji sedî 80’ê bikarhênerên çalak ên înternetê bawer dikin ku gengaziya şerê sar ê bi DYA re pir bilind e û heta êdî destpê bûye jî. Serokê beşa ragihandinê ya Navenda Sosyolojî ya Rûsyayê Olga Kamençûk di vê mijarê de van şîroveyan dike:

"Wan demên dawî di navbera Rûsya û DYA de gelek nakokî çêbûn. Yên herî girîng bi doza Snowden û bi krîza Sûriyeyê ve girêdayî ne. Bo nimûne, li ser doza Snowden piraniya welatiyên Rûsyayê tekez dikirin ku helwêsta Rûsyayê dê pêwendiyên bi DYA re xirab bike. Lê dîsa jî tenê ji sedê 15 digotin ku pêwîst nîne jê re mafê penaberiyê bê dayîn. Heman helwest li ser pirsa Sûriyeyê jî diyar e. Welatiyên Rûsyayê fêhm dikin ku helwesta Rûsyayê dê pêwendiyên bi DYA re dijwartir bike, lê dîsa jî tekez dikin ku divê Rûsya li ser vê pirsê xwedî helwesteke serbixwe be".

Ji aliya welatiyên Amerîkayê ve jî rewş bi heman cureyî ye. Li gorî zanyariyên şîrketa Gallup ku bi lêkolînên sosyolojiyê ve mijûl e, ji sala 2000-ê vir ve cara pêşîn rêjeya wan kesan ku Rûsyayê wekî dijmin dibînin, ji rêjeya hevalbendan bilintir bûye. Bi taybetî jî piştî çend gavên serkeftî yên Moskowê di proseya çareserkirina krîza Sûriyeyê de welatiyên Amerîkî hez ji Rûsyayê nekirine.

Siyasetzan tekez dikin ku, di vir de rola siyasetmedaran diyarker e. Siyasetzanê Rûs Kîrîll Benedîktov di vê babetê de wisa diaxive:

"Li DYA partiyeke şer heye. Li Rûsyayê jî li hember wan komek tev digere û armanca wan jî ew e ku Rûsya, ji navendên rojavayê cudatir, bibe xwedî riyeke xwe ya pêveçûnê. Ev nakokî bi rastî jî dikare bibe merca pêşîn a ji bo şerê sar ê nû. Niha, heta ku serokatiya Barak Obama neqediyaye em behsa mercên pêşîn dikin. Lê eger li DYA serokekî komarîxwaz bê ser desthilatê û li hember Rûsyayê helwesteke hîn hişktir bide nîşandan, wê demê tovên şerê sar ku vê gavê hatine çandin, dê hîn zûtir şîn bidin. Û hingî bi rastî jî em dikarin têkevin rewşeke mîna di salên 1960 û70-yî de.”

Bi gotineke din, qonaxa geşbûna peywendiyên Rûsya û Amerîkayê ku di salên 1990-î de piştî rûxana `perdeya hesin`, hilweşîna Yekîtiya Sowyetê û îmzekirina Peymana START destpê bibû, êdî derbas dibe. Bi taybetî jî li ser pergala adilane ya cîhanê nakokiyên di navbera nêrînên Moskow û Washîngtonê de kûrtir dibin. Lê belê, ji bo bi serxistina karê giştî jihevhezkirin an jî dostaniya nêz ne mecbûrî ye. Tenê peywendiyên partnerî yên rastgoyî têrê dike. Lewma jî welatiyên Rûsyayê tekez dikin ku serkeftina di warê têkoşîna li hember terorîzmê û gelek pirsgirêkên global de, tenê bi hevkariyeke nêz ve mumkun e.”