Di navbera NY û Sûriyê de peymana "kîmyewî"
Di navbera NY û Sûriyê de peymana "kîmyewî"
Di navbera NY û Sûriyê de peymana "kîmyewî"
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuaykirin ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, wan bi Sûriyê re peymanek mor kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NY, ji bo bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin di 26'ê Tîrmehê de bi Sûriyê re peymanek hatiye morkirin. Lê belê bi awayekî zelal nehat eşkerekirin ka mufetîşên NY wê karibin li cihê bûyerê lêkolînan bikin an na.
Rojên Sêşem û Çarşemê 2 wezîfedarên taybet ên NY li Şamê bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kirin.
NY detay nedan lê diyar kir ku nîqaşên berfireh û çêker hatine meşandin û ji bo dewamkirina van nîqaşan lihevkirin çê bûye.
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon, ji bo îdîayên çekên kîmyewî di şerê 28 mehan de hatine bikaranînan lêkolîn bike, daxwaza ketina giştî kiribû. Rêveberiya Şamê bi biryar xwest NY bi tenê îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê komên çekdar ve li bajarê Han El Asal a roja 19'ê Adarê, lêkolîn bike.
Rêxistinên navnetewî dan xuyakirin ku di dema şerên li Sûriyê de agahî gihaştine destê wan ku li 13 bûyeran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Îngilîstan, Fransa û DYE îdîa dikin ku ev êrîşên mijara gotinê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye kirin. Tifaqa bingehîn a Sûriyê Rûsya jî li gorî lêkolînên xwe diyar kir ku li Han El Asal'ê, "raperîneran" gaza sarîn bikar anîne.
Li gorî NY, di pevçûNên ji Adara sala 2011'an û vir ve zêdeyî 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Kongreya DYE her diçe bi awayekî erênî nêzî projeya Barack Obama ya dayîna piştgiriya leşkerî ji komên çekdar re. Washington îdîa dike ku niha bi tenê piştgiriya însanî û ya rê li ber mirinê venake, dide komên çekdar. Li gel vê yekê Serokê DYE Obama di meha Hezîranê de soz da ku ewê piştgiriya leşkerî zêde bikin.
Gelek welat, yekser an jî bi navbeynkaran piştgiriya çekan didin komên çekdar. Tê gotin DYE bi awayekî sergirtî çekan didin û komên çekdar perwerde dike. Erebîsata Sûdî, Qatar û monarşiyên li Kendavê û Tirkiye, bi awayekî vekirî piştgiriya malî û leşkerî didin komên çekdar.