Di nav KESK’an de di mijara mudaxeleya Sûriyeyê de nakokî
Di nav KESK’an de di mijara mudaxeleya Sûriyeyê de nakokî
Di nav KESK’an de di mijara mudaxeleya Sûriyeyê de nakokî
Piştî ku hikumeta Elmanyayê biryar girt bejdarî destwerdana Sûriyeyê nabe,dinava partiya KESK ya Elmanya yê de nakokî û nerazîbûn derketin.
Endamê parlemana Ewropa ya partiya KESK Daniel Cohn-Bendit,tersê partiya xwe derket. Daniel Cohn got, “pêwiste Elmanya bejdarî li destwerdana leşkerî li Sûryeyê bibe.” Partiyên siyasî yên Elmanya bi ‘dij Emerikayên sivik’ binav kir.
Cohn Bendit ji govara Der Spiegel re axivî û diyar kir ku, “serokê Sûriyeyê Beşar Esed sinurê xwe derbaz kiriye û pêwiste Elmanya helwesta welatên Rojava yên siyasî ku li dij Sûryeyê de cihê xwe bigre. Pêwiste di vê destwerdana leşkerî de yan rijêma Esed bête roxandin yanjî zext lê bête kirin ku agirbestê îlan bike.”
Bendit di berdewama axaftina xwe ya ji bo govarê kiri de dibêje: “ Pêwiste Elmanya jî bejdarî destwerdana ku Emerika serkêşiya wê dike bibe û em li diji wê yekêne ku Emerîka bi tena serê xwe mudaxeleya leşkerî li ser Sûryeyê bike.”
Parlementerê partiya KESK Daniel Cohn-Bendit di dawiya hevpeyvîna xwe de rexne li partiyên siyasî yên Elmanya jî dike û dibêje: “pêwîste qaşo li ‘dij Emerîka derketin’ bila ji bo xwe nekin kampanyaya ji bo hilbijartinên ku di 22’ê Îlonêde were li darxistin.” Helwesta hikumeta Elmanya û partiyên çep yên Elmanya ji bi awayek tund rexne kir.
Li gorî Bendit, “eger partiya SDP û partiya KESK vê biryarê ji xwere bikin propagandeya hilbijartinên 22’ê Îlonê û bi serbikevin, wê wekî serkeftina Pirus a bê qîmet bikeve dîroka Romayê û serbikevin jî wê hertiştên xwe wenda bikin.”