Di meşa aştiyê a Hamburgê de ji bo Rojava piştgirî

Di meşa aştiyê a Hamburgê de ji bo Rojava piştgirî

Li bajarê Almanya Hamburgê bi bûneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi tevlîbûna hezaran kesî meşek hat li darxistin.

 Meşa ku ji aliyê Foruma Aştiyê a Hamburgê ve hate bi rêxistin kirin, bi dehan rêxistin û saziyan piştgirî dayê. Di meşê de girseyê ku girêdayî Hêza Yêketiya Demokratîk kortejek mezin çêkirin û jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên spî bal kişandin.

Meşa ku hejmarekî zêde a jin û ciwanan tevlî bûyî de li ser hev durûşmên weke, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “ Ji bo şer ne” hatin avêtin.

Di dawiya meşê de axaftinên ku hatin kirin bal kişande ser şerê li Sûryeyê tê meşandin û girseyê bi hevre ne razîbûna xwe nîşan da.

Endama Meclîsa Jina a Rojbîn Anja Flach bi navê Hêza Yêketiya Demokratîk ku axivî bal kişande ser şoreşa gel a li Rojava û got ku em şoreşa rojava silav dikîn û êrişên komên çete şermezar kirin.