Di keştiya binê avê ya nukleer a Rûs de şewat derket
Di keştiya binê avê ya nukleer a Rûs de şewat derket
Di keştiya binê avê ya nukleer a Rûs de şewat derket
Li rojhilatê Rûsyayê, 30 km dûrî herêma Vladivostok, di keştiya binê avê ya bi navê Tomsk a li kargeheke keştiyan şewat derket. Rayedaran dan xuyakirin ku di şewata di dema temîrkirinê rû da de, xeteriyeke radyoaktîf derneketiye holê.
Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfax, Wezareta Parastinê got, "Li gorî agahiyên destpêkê, karê temîrkirinê li gorî pîvan ewlekariyê nehatiye kirin."
Li gorî heman çavkaniyê, keştiya binê avê Tomsky ji bo temîrkirinê di sala 2009'an karê wê hatibû betalkirin. Reaktora nukleerî ya keştiya binê avê hatibû tefandin û çekên wê jê hatibû kirin.
Rayedarekî payebilind ê hêza deryayî ya Rûs a Pasîfîk ji ajansa Ria Novosti re peyivî û got, "Asta radyoaktîf a li cihê qezayê normal e."Rayedar diyar kir ku personel hatiye veguhastin û bêyî kesek birîndar bibin şewat hatiye vemirandin.
Di Kanûna sala 2011'an de dîsa di keştiyeke binê avê ya nukleerî ya E-84 Ekaterinbourg a li kargeheke keştiyan li bakur rojavayê welêt şewat derketibû û 9 kes tê de birîndar bûbûn.