Di kanala Sîcîlya de zêdeyî 500 penaber hatin rizgarkirin
Di kanala Sîcîlya de zêdeyî 500 penaber hatin rizgarkirin
Di kanala Sîcîlya de zêdeyî 500 penaber hatin rizgarkirin
Li gorî daxuyaniya rayedarên Îtalî, şeva Pêncşem-Înê di kanala Sîcîlyayê de zêdeyî 500 penaber hatin rizgarkirin.
Ewlekariya peravê ya Îtalyayê, ji bo veguhastina penaberan gelek operasyon kir. Di operasyona yekemîn de di 2 botên plastîk de 109 û 101 penaber hatin rizgarkirin. Penaberên li van botan li peravên Lîbyayê bi rêya telefona satalaytê alarm dabûn. Keştiyek Maltayê penaber ragirt.
Keştiyek ji Bahamayan 118 koçber rizgar kir, keştiyek Hêzên Deryayî yên Îtalyayê jî ji du keştiyan 65 û 110 kes rizgar kir.
Ji aliyê din ve, ji koçberên bi binavbûna keştiya li girava Lampedûsa ya 3'ê Cotmehê re winda bûn, cenazeyê yek ji wan roja Înê ji aliyê keştiyeke masîgirvan ve hat dîtin. Bi vî rengî hejmara kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dan, derket 312'an. Di keştiya ji 500 koçberî bi tenê 155 koçber hatibûn rizgarkirin.
Ji destpêka salê ve, zêdeyî 30 hezar koçber xwe gihandin peravên Îtalyayê. Ji van nêzî 7 hezar û 500 ji şerê li Sûriyê reviyan, 7 hezar û 500 ji penaberên siyasî yên Erîtreyî, 3 hezar jî koçberên ji bûyerên dijwariyê yên li Somalî reviyane, ne.