Di hilbijartinên Venezuelayê de warisê Chavez Maduro bi ser ket

Di hilbijartinên Venezuelayê de warisê Chavez Maduro bi ser ket

Di hilbijartinên serokdewletiyê ya Venezuelayê yên ku piştî mirina Serokdewlet Hugo Chavez pêk hatin, warisê Chavez Nicolas Maduro bi ser ket.  Di mitînga ji bo piştgiriya Maduro, li paytext Caracasê hate kirin de posterên Ocalan hatibûn hildan û daxwaza azadiya Ocalan hatibû kirin.

Di hilbijartinên Venezuellayê de berbijarê sosyalîst Nicolas Maduro, ji sedî 50.7’ê dengan wergirt û namzedê muxalîfan jî ji sedî 49.1’ê dengan wergirt.

Maduro piştî hilbijaritinê diyar kir ku, diyar kiribû ku wî bi awayeke “adil, qanûnî û makeqanûnê qezenc kiriye.

Maduro dê roja 19’ê nîsanê sond bixwe û dê heta çileya 2019 serokdewletiya Venezuelayê bike. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê jî sedî 80 bû.

Di mitîngê de daxwaza azadiya Ocalan

Hêjayê gotinê ye ku mitînga beriya hilbijartinê ya Maduro, li paytext Caracasê pêk hat û bi sedhezaran kes beşdar bûn. Gelê Venezualayê bi kincên xwe yên sor piştgiriya xwe ji Maduro re aşkere kir.

Di mitîngê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hebûn. Dostên Kurdan jî, ji bo Azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin. Gelê Venezuellayê eleqeyek mezin nîşanî dezgeha îmzeyan, ya ku posterê Ocalan û Maduro lê hatibû daliqandin da.