Di hevdîtinên Îsraîl-Fîlîstînê de civîna duyemîn tê lidarxistin

Di hevdîtinên Îsraîl-Fîlîstînê de civîna duyemîn tê lidarxistin

Hevdîtinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê, îro dewam dike. Di pêvajoyeke ku Îsraîl li Rojhilatê Qûdisê xebatên koloniyeke nû dimeşîne de, 26 girtiyên Fîlîstînêı wê werin berdan. Cih û dema hevdîtinan ku li ser navê Îsraîlê Wezîra Edaletê Tzîpî Lîvnî beşdar dibe, nayê eşkerekirin. Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry û lîderê Fîlîstînê Mahmûd Abbas jî dan xuyakirin ku ewê tevlî hevdîtinan bibin.

Li Rojhilatê Qûdisê, çêkirina 942 avahiyên nû yên Îsraîlê, li nerazîbûna Fîlîstîniyan rast tê. Ev biryar, weke sabotekirina pêvajoyê tê nirxandin.

Şaredariya Qûdisê da xuyakirin ku ew bi lezkirina xebatên avakirina koloniyên nû erê dikin. Rayedarên Îsraîlê bi gotina "ev yek, bi lezkirina projeyeke beriya du salan hatibû qebûlkirine" hewl didin vê rewşê bînin ziman. Nifûsa Gîlo ya li Başûrê Qûdisê, bi giranî ji Fîlîstîniyan pêk tê.

Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry der heqê biryara Îsraîlê ya avakirina koloniyên nû de daxuyaniyek da û banga "nerazîbûneke zû û neyînî nedin" dabû Fîlîstîniyan. Kerry dabû xuyakirin ku divê hevdîtinê aştiyê yên 3 salan xetimî bû û ji nû ve destpêkirine, divê careke din neyên xetimandin.

Kerry careke din anî ziman ku ew xebatên avakirina koloniyên nû yên Îsraîlê rewa nabînin û diyar kir ku wî bi Serokwezîr Benjamîn Netanyahû re hevdîtin pêk aniye û jê xwestiye, vê biryara xwe betal bikin.

‘CIH Û DEMA CIVÎNÊ VEŞARTÎ YE’

Di vê navberê de hevdîtinên li paytexta DYE Washingtonê destpê kirin, îro li Qûdisê dewam dikin. Cih û dema civînê nayê eşkerekirin.

Wezareta Edaletê ya Îsraîlê Tzîpî Lîvnî, wê li ser navê hikûmetê, ji hevdîtinan re lîderiyê bike. Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Edaletê hat dayîn, hevdîtin wê li çapemeniyê girtî bin û destûr neyê dayîn ku wêne were kişandin û daxuyanî bên dayîn. Nayê payîn ku piştî hevdîtinê ti detayek bê eşkerekirin.

Lîderê Fîlîstînê Mahmûd Abbas jî da xuyakirin ku tevî biryara avakirina koloniyên nû yên Îsraîlê jî, wê danûstaninên aştiyê dewam bikin. Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry jî daxuyaniyek da. Kerry got, "Ez pê re peyivîm, qebûl kir ku tevlî danûstandinan bibe, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku pirsgirêk bi danûstandinan çareser dibe."

Di vê navberê de, tê payîn îro danê sibê 26 girtî serbest werin berdan. Li gorî rêveçûna hevdîtinên navbera Îsraîl î FîlîstîNê, wê di nava 9 mehan de qonax bi qonax 104 girtî serbest werin berdan.

Girtiyên serbest werin berdan, veguhestin girtîgeha Ramle ya li nêzî Tel Avîvê.