Fûara pirtûkan a Amedê ku ji 22’yê mehê û vir ve deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekiriye 26’ê mehê bidawî dibe. Weşanxaneyên kurd ên ku di fûarê de stand vekirine der barê bazaraa kurdî de axivîn
Ehmedê Xanî yê nemir di destpêka şahesera xwe ‘Mem û Zîn’ê de dibêje; “… belê çi bikim kesad e bazar, nîn e ji qûmaşê re xerîdar…” belê Xanî mezin gilî û gazincên xwe ji kesên xwedî ode û dîwa dike, li civakê dike da ku ‘qûmaş’ê ew behs dike zimanê kurdî ye û di wê serdema ku dijî de civak pûte bi zimanê xwe nake. Niha çend sed sal bi ser gilî û gazinên Ehmedê Xanî derbas bûne û li Ameda qedîm û kevnare 3’yemîn Fûara Pirtûkan a TUYAP’ê li dar e.
Me jî xwest ku bê ka weşanxaneyên kurd der barê fûarê de çi difikirin, eleqeya ji bo kurdî çawa ye, pirtûkên wan ên herî zêde tên firotin kîjan in bi me re parve bikin.
Ji Weşanxanêya Aramê Salîh Sezgîn diyar kir ku li gorî salên borî eleqe zêde ye û wiha got: "Me jî li gorî vê yekê amedekariyên xwe baş kirin. Ji bo em jî bersiva vê yekê bidin û ji xwendevanên xwe yên Amedê re çawa bibin bersiv me xebat kirin. Di serî de me 11 pirtûk amade kirin." Sezgîn, anî ziman ku beşek ji wan pirtûk tirkî beşek jî tirkî û kurdî ne û wiha axivî: "Em bi nêzî 300 pirtûkan re bi xwendevanên xwe re li hev tên. Em hewil didin ku kurdî bêtir bê ber çavan.”
‘HAWAR’ JI NÛ VE
Ji Weşanên Avayê nivîskarê rojnameya Azadiya Welatê Ronî War ku gelek pirtûkên wî ji Avayê derketine jî diyar kir ku îsal ji berk u hên nava hefteyê ye eleqe ne ewqasî ku ew dixwazin e û wiha axivî: “ Eleqeya li hemberî kurdî jî ne wek salên borî ye. Lê belê panelên ku der barê kurdî, wêjeya kurdî, folklora kurdî ku me li dar xist eleqeyekek baş lê hebû. Lê em hêvîdar in ku dawiya hefteyê dê bazar geş bibe.”
Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskîn jî diyar kir ku ew ji bilî pirtûkên ku di nava salê de û berê çap kirine îsal çend pirtûkên dîtir jî çap kirine û gihandine fûarê û wiha axivî: “Îsal me gelek pirtûkên nû ji bo fûarê çap kirin. Klasîkên me gelek eleqeyek baş dîtin. Hat û çûn jî zêde ye.”
Ji Weşanxaneya Bekliyê Alî jî der barê fûarê de nêrînên xwe wiha parve kirin: “Di esasê xwe de sirkulasyona mirovan zêde ye. Me jî ji bilî pirtûkên xwe yên nû çap kirine hemû hejmarên Hawara Celadet Elî Bedirxand gihand fûarê, ji bilî wê dîsa kavara Ronahiyê ku dîsa Celadet derxistiye rastî eleqeyê tê, pirtûka Rênas Jiyan Janya, pirtûka dawî ya Arjen Arî, hemû berhemên Qedrîcan û Feqiyê Teyran gelek tên firotin.”
GIRÎNGIYA PERWERDEYÊ
Ji Weşanxaneya Lîsê nivîskar Mîran Janbar jî li ser girîngiya perwerdekirina zarokan rawestiya û nêrînên xwe wiha bi me re parve kirin: “Me zêdetirî 20 pirtûkên nû gihandin fûarê li gorî nêrîna min fûar baş derbas dibe. Çîrok û roman balê dikişînin. Nemaze jî pirtûkên zarokan balê dikişînin. Xwendevanên zimanê kurdî li gorî salên borî zêdetir bûne. Em hêvîdar in ku ev xwedîlêgirtina zimanê kurdî bigihîje asta welatên li pêş ên cîhan. Ji bo vê yekê jî divê ku em girîngiyê bidin ser perwerdeyya zarokan. Ji ber ku zimanê kurdî sed mixabin ku ne zimanê perwerdeyê ye û hîn jî li hemberî çerxa bişaftinê li ber xwe dide lazim e ku em girîngiyê bidin perwerdeya zarokan. Ji bilî pirtûkan me rojên îmzeyan jî ji bo nivîskarên xwe amade kirine. Bi saya rojên îmzeyan em nivîskar û xwendekarên xwe jî ji bo demekê kurt be jî tînin cem hev.”
Ji Weşanxaneya Ronahî Ahmet jî diyar kir ku wan jî gelek pirtûk û pênûsên nû gihandine fûarê û wiha axivî: “Mesele yekem car e ku antolojiyeke li ser helbestkarên jin ên kurd de ku Evîn Şikakî amade kiriye me çap kir, ji bilî wê gelek pirtûkên me yên nû hene, Fewzî Bîlge, Arjen Arî, Çîgdem Baran, Welat Dilken, Rêdûr Dîcle, Edîp Polat û gelekên din hene. Eleqeya ji bo pirtûkên kurdî ne ewqas kêm e. Helbet çalakiyên cihêreng ên wekî panel û gotûbêj jî hene ku ew jî eleqeyeke baş dibînin.”
PIRTÛKÊN KLASÎK
Xwediyê Weşanxaneya Doyê Huseyîn Gunduz jî diyar kur ku ew ji ber ku di kêliya dawî de hatine agahdarkirin ji ber vê yekê standa wan parî tevlîhev e û wiha axivî: “Me parî bê amadekarî tevli fûarê bû ku heta kêliya dawî jî me hay jê nebû ku em ê tevli fûarê bibin lê belê dîsa jî me bi hemû pirtûkên xwe yên ku çapkirine tevli fûarê bû. Pirtûkên me yên ku herî zêde tên firotin jî pirtûkên kurdî ne û pirtûkên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mustafa Barzanî ne.”
Edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk jî destnîşan kir ku wan gelek pirtûkên klasîkên kurdî amade kirine û wekî set di fûarê de jî rastî eleqeyê tê û nêrînên xwe wiha parve kirin: “Pirtûkên li ser çand û kelepora kurdî û dîrokê zêdetir balê dikişînin. Nivîskarên me jî li vir in û me ji bo wan rojên îmzeyan amade kiriye şopdarên wan jî wan bi tenê nahêlin û pirtûkên xwe bi wan didin îmzekirin.”