Di Festîvala Şehîdan a Tolpûddleyê de azadiya Ocalan hate xwestin

Di aktivîteyên Festîvala Şehîdan a Tolpûddleyê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin.

Tevgera Kedê ya Brîtanyayê her sal Festîvala Şehîdan a Tolpûddleyê lidar dixe. Temaya îsal a festîvalê azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di aktivîteyên festîvalê de ku Kampanya Azadiya Ocalan malovaniyê ji festîvalê re dike fikrên Ocalan hatin gotûbêjkirin.

DI PANELAN DE FIKRÊN OCALAN HATE AXAFTIN

Festîval roja înê li bajarokê Tolûddle yê herêma dorset a Îngîltereyê destpê kir û roja Yekşemê bi meş û mîtîngeke girseyî bidawî bû. Lîderê partiya mûxalefetê Jeremy Corbyn jî di nav de bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn. Ji çar parçeyên Îngîltereyê welatî beşdarî festîvalê bûn û li herêma kampa festîvalê 3 rojan kon vedan. Di festîvala weke bajarê konê tê binavkirin de her sendîkayekê li konê vedayî mijarên cuda gotûbêjkirin. Li her qada festîvalê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin, li kon û standên hatine vekirin jî pirtûkên Ocalan hatin belavkirin.

Di roja duyemîn a festîvalê de li konê Zanîngeha Navnetewî ya Toplûddleyê panel hate lidarxisitn û di panelê de fikrên Ocalan û têkoşîna gelê Kurd hate gotûbêjkirin. Dîreoktora Kampanyaya Azadiya Ocalan Matt Nathan, Serokê Şaredariya Lambeth Îbrahîm Dogûş, aktivîsta Kurd Elîf Sarîcan weke axaftvan beşdarî panelê bûn. Di axaftinên di panelê de hatî kirin de hate gotin ji bo bidawîbûna şerê li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk qala girîngiya porejên çareserî û fikrên Ocalan hate kirin.

‘TEVGERA KURD JI BO NIRXÊN MIROVAHIYÊ ŞER DIKE’

Dîrektora Sendîkaya Ûnîte a Navnetewî û serokê Kampanyaya Azadiya Ocalan Sîmon Dûbbîns di panelê de axivî û diyar kir ku tevgera Kurd ji bo wan hêviye, Tevgera Kedê ya Brîtanya ji bo nirxên pê bawer dike şer dike û wiha domand; “Tevgera Azadiya Kurd ji bo nirxên mirovahiyê yên em pê bawerin şer dike. Li Tirkiyeyê li dijî Erdoganê dîktator, li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ a hovane têdikoşe. Azadiya lîderê Kurd Ocalan ji bo me gelek girînge. Ji bo wê em kedkar ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Ji ber ku em dizanin fikir û ramanên wî ji bo krîza li cîhanê tê jiyîn ronahî ye.”

Li qada navenda festîvalê tevahiya festîvalê axaftin hatin kirin û stran hatin guhdarkirin. Aktivîsta Kurd Elîd Sarican di çarçovyea têkoşîna azadiya Kurd û Ocalan de semîner da. Piştre sendîkavan Azad ê ji Elmanyayê beşdarî festîvalê bûyî derket ser dikê û stranên Kurdî strin.

BANGA MEZINKIRINA KAMPANYAYÊ

Di roja dawî ya festîvalê de ji gelek bajarên Îngîlteryê bi hezran kes herîkîn qada festîvalê. Sibeha Yekşemê bi sedan ciwanên Kurd hatin qada festîvalê. Piştî meşa kevneşopî li qadê mîtîngek girseyî hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê ‘Kampanyaya Azadiya Ocalan’ Îbrahîm Dogûş axivî.

Dogûş ji ber piştevaniya Tevgera Kedê ya Brîtanyayê ya bi gelê Kurd re keyfxweşiya xwe anî ziman û banga mezinkirina piştgiriya ji bo ‘Kampanyaya Azadiya Ocalan’ kir. Dogûş wiha domand; “Abdullah Ocalan lîderê tevgera ku ji bo wekevî û azadiyê têdikoşe ye. Ocalan Mandelayê gelê Kurd e. Ocalan jî weke Mandella weke şehîdên Toplûddleyê ji bo azadî û wekhevî û rûmeta mirovahiyê têdikoşe.”

Piştî axaftinan bi hezaran kes meşiyan. Di meşê de du balonên mezin ên li ser nivîsa ji Ocalan re Azadî hatibû nivîsin hate hildan û bi sedan wêneyên Ocalan hate rakirin.

Piştî meşê bi hezaran kes vegeriya qada mîtîngê û li Lîderê Partiya Mûxalefetê Jeremy Corbyn guhdar kirin. Festîval saetên êvarê bidawî bû.