Di êrîşên li Iraqê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên li Iraqê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Iraqê di meha Remezanê de êrîş zêde bûn. Roja Pêncşemê di êrîşên li gelek bajaran de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

L gorî nûçeya AFP'ê, li bajarê Nawfal ê li bakurê Bexdayê, duh êvarê saet li dora 20.30 de du êrîşên bombeyî rû dan û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Li Madaîn a başûrê Bexdayê de jî, di encama teqînek li kafeyekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes birîndar bûn.

Reutersê jî da xuyakirin ku di pênc êrîşên cûda de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li navena Muqdadiye ya 80 kîlometre li bakurê Bexdayê, di encama teqîna wesaîteke bombebarkirî de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Pêr jî li dora Suleyman Pak a 160 km li bakurê Bexdayê, li nuqteyeke sexte ya kontrolê, çekdaran 14 ajokarên Şîa kuştin.

Li Iraqê, di meha Remezanê de êrîş zêde bûn. Ji destpêka Tîrmehê û vir ve hejmara miriyan 700 derbas kir. Meha Tîrmehê bû meha herî bi xwîn a sala dawî.