Di êrîşên li Efganîstanê de 17 sivîl mirin

Di êrîşên li Efganîstanê de 17 sivîl mirin

Li Efganîstanê, di encama sê êrîşên rojên Înê û Şemiyê de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî berdevkê polîsên Efgan, li eyaleta Herat a li rojavayê welêt, li hemberî kampek karker lê bûn, nîvê şevê êrîşek hat kirin û di encamê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Helmand a li başûrê welêt jî, di dema derbasbûna kamyoneke tê de jin û zarok hebûn, teqînekê rû da. Hat ragihandin ku sivîlên li kamyonetê, diçûn bazara li paytexta herêma Helmandê Laşkar Gah.

Berdevkê Waliyê Eyaletê da xuyakirin ku ji rêwiyên di kamyonetê de 5 jê mirine, 3 jê jî birîndar bûne. Li bajarokê Mûsa Kala yê eyaleta Helmandê jî di encama êrîşeke bombeyî de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî mirina sivîlên li Efganîstanê îsal ji sedî 23 zêde bûye. Tê gotin di şeş mehên destpêkê yên salê de 1.319 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 2.533 sivîl jî birîndar bûne.