Di êrîşên li Bexdayê de 20 kes mirin
Di êrîşên li Bexdayê de 20 kes mirin
Di êrîşên li Bexdayê de 20 kes mirin
Di êrîşên îro yên bi çekan û bombeyan li Îraqê pêkhatîn de herî kêm 20 kes mirin, 35 kes jî birîndar bûn.
Li Ramadiyê îro kesekê êrîekî bombeyî pêkanî. Di êrîşê de 4 polîs mirin, 15 polîs jî birîndar bûn. Êrîşekî din jî li bakûrê Ramadiyê li ser qerekolekê pêk hat. Di vê êrîşê de jî 4 polîs mirin, 7 birîndar bûn.
Li ser xeta sinorê Sûriyê jî li Kaîmê êrîşeke li himber karvanê leşlerên derketî dewriyê pêk hat, di êrîşê de leşkerek mir û yek jî birindar bû.
Li bakûrê Bexdayê jî li taxa Hurriyetê ya ku piraniya wê Sîîne li ser malbatekî Sunnî êrîşek pêk hat. Ji malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li taxe dîn ya Şîiyan ya bi navê Bayê êrişekî bi çekên bêdeng pêk hat. Di êrîşê de kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn. Di taxa başûrê Bexdayê Durayê jî bombeyek teqiya. Di teqînê d e2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Dîsan li bakûrê Baxdayê li Talbiya yê bombeyek teqiya di encamê de kesek mirin yek jî birîndar bû.
Ji taxa başûrê Bexdayê Arab Jubbosê jî di encama êrîşek ya obûsan de 2 kesan mirin û 4 kes jî birîndar bûn.