Di êrîşa li Beyrûdê de hêjmara miriyan giha 23’an

Di êrîşa li Beyrûdê de hêjmara miriyan giha 23’an

Li nêzî avahiya Sefaretxaneya Îranê ya Beyrûdê 2 teqîn pêk hatin. Hate ragihandin ku di teqînan de 23 kesan jiyana xwe jidest dane û nêzî 100 sed kesan jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên Lubnanê teqîn di encama êrîşên bombeyî roketan de pêk hatine. Li gorî hinek çavkaniyan jî bi êrîşan Sefaretxaneya Îranê hedef hatiye girtin. Hate gotin ku di teqînan de 6 avahî hilweşiyan e.

Di derbarê hejmara kuştî birîndaran de jî agahiyên cuda hatin dayîn. Li gorî hinek çavkaniyan di êrîşan de 18 kesan jiyana xwe jidest daye. Li gorî nûçeya rojnameya Sefîr ku li Beyrûdê weşanê dike jî di êrîşê de 23 kesan jiyana xwe jidest da û nêzî 100 kes jî birîndar bûn.