Di destê Snowden de belgeyên DYE gelekî tevgav bike, hene

Di destê Snowden de belgeyên DYE gelekî tevgav bike, hene

Hat îdîakirin di destê şêwirmendê berê yê îstîxbarata Emerîkî Edward Snowden de, gelek belgeyên zerareke mezin bidin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hene.

Nivîskarê rojnameya Îngilîz The Guardian ê li Brezîlyayê dijî rojnamevanê Emerîkî Glenn Greenwald daxuyaniyek da rojnameya Arjantînî "La Nacion" û diyar kir ku hînê di destê endamê berê yê CIA Snowden ê belgeyên veşartî yên karên qeydên telefon û înternetê yên îstîxbarata Emerîkî raxist ber çavan, gelek belgeyênd in hene.

Greenwald ê ku weke yekemîn rojnamevanê belgeyên veşartî yê li ser guhdarîkirinê eşkere kir tê zanîn, diyar kir ku ew hînê bi Snowden re di nava têkiliyê de ye û destnîşan kir ku Swowden bi belgeyên di destê xwe de dikare ewçend zerareke mezin bide Emerîka ku heta roja îro Emerîka zerareke ewçend mezin nedîtiye.

Greenwald da xuyakirin ku armanceke Snowden a bi vî rengî tineye û anî ziman ku Snowden xwest, rîskên bernameyên înternetê yên li gelemperiya cîhanê ji aliyê mirovan ve tên bikaranîn, raxe ber çavan. 

'DIVÊ DYE HER ROJ DÛA BIKE KU SNOWDEN NEMIRE'

Gleen Greenwald bal kişand ser xeteriya kuştina Snowden û diyar kir ku Snowden bi hezaran belgeyên di destê xwe de ewçend belav kiriye ku kes nikare di arşîveke bi tenê de li hev kom bike.

Rojnamevanên ji Guardian got, "Divê hukûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê her roj dûa bike ku tiştek bi serê Snowden neyê. Ji ber ku eger tiştek bi serê wî were, wê hemû belge eşkere bibin û ev yek ji bo wan gelekî nebaş bibe." Greenwald da xuyakirin ku di destê wî de jî gelek agahiyên li ser operasyonên çavêriyê yên DYE li Emerîka Latîn hene.