Di çalakiyên Misrê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Di çalakiyên Misrê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Misrê di pevçûnên navbera alîgir û dijberên Serokkomarê berê yê Misrê Muhammed Mûrsî de kesekî jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.  

Çavkaniyên ewlekariyê yên Misrê dan xuyakirin ku di pevçûnên navbera alîgir û dijberên Mûrsî de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.  

Her wiha niştecihên Semta Guîzeh jî vîtrîn û camên magazayeke ku tê gotin ya Îslamiyan e şikandin.

Bûyer piştî daxuyaniyên ku dê rayedar mudaxeleyî xwepêşandana şermezarkirinê bikin hîn xerabtir bûn. Di xwepêşandaneke li ber wezaretekê, di navbera Qahîreyiyan û alîgirên Mûrsî de pevçûn derketin.  

Alîgirên Mûrsî ev nêzî mehekê ye bi jin û zarokan ve li qadên Rabaa El Adawiya û Nahda bi cih bûne. Piştî hişyariya polîs ku roja Yekşemê bi dawî bû jî, alîgirên Mûrsî li tevayî welêt banga xwepêşandanên şermezarkirinê dikin. Bi daxwaza îadekirina wezîfeya Serokkomar Muhammed Mûrsî yê bi awayekî demokratîk hatibû ser hukum çalakî berdewam dikin.