'Dewlet li hemberî girtiyên nexweş xwîndariyê dimeşîne'

'Dewlet li hemberî girtiyên nexweş xwîndariyê dimeşîne'

Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul di civîna çapemeniyê de balkişand ser rewşa girtiyê nexweş yê bi navê Cemîl Înverdî yê ku di Girtîgeha Tîba H a Eskişehîrê de dimînê û wiha got: "Di nava kurdan de xuyek nebaş xwîndarî ye. Dema em li rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş dinêrin em dibînin  ku dewlet li hemberî wan xwîndariyê dimeşîne."
Malbata girtiyê nexweş yê bi navê Cemîl Înverdî yê ku li Gîrtîgeha Tîba H a Eskîşehîrê dimîne ji bo ku balê bikşîne ser rewşa girtiyê nexweş Înverdî, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li darxistin. Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul û Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD ya Stenbolê Sevîm Kalma jî tevlî civînê bûn. Kalman nameya ku ji girtîgehê hatî şandin ya ku Înverdî rewşa xweya tendirûstiyê tê de vegotiyê xwend. Înverdî di nameya xwe de wiha got: "Ez 50 salî me û 20 salê ez di girtîgehê deme. Min di doza PKK'ê de Muebbet ceza xwar. Ez di 12'ê Hezîrana 2002'an de li Amedê emeliyata dil bûm. Wê rojê heta îro yek dermanek tenê da min. di 2007 'an de du dermanê din da min. di Tîrmeha 2007'an de li tamarê mezin yê lingê minê rastê gilokek bi qansî lîmonê çêbû. sewqan min çêkir. Heta ku ez çûn nexweşxaneyê gihîşt qorika min û di lingê minê rastê di rûyê hundir de teqiya. Heta salek ev birîn wusa ma. Bijîjk got 'xetere me nikarin dest bidên'. Herî dawiyê ez li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Ezîziyê de emeliyat bûm. Hîn jî Ev birîna emeliyatê nehatî girtin. Bi salane ji ber derbûna xwînê min rojê 10 caran kincê xwe dişuşt. Ev 4-5 sale em kemê orkîdê bikartînim. lê ez bi tenê dikarim li ser mînderek ortopedîk rûnim." Kalman anî ziman niha di girtîgehan de 164 girtiyên giran bi tevahî 546 girtiyên nexweş di girtîgehan de heye û em naxwazin mirov li girtîgehan bimire.
'LI GEL PÊVAJOYA AŞTİYÊ GIRTİYÊN NEXWEŞ NEHAT BERDAN'
Piştî Kalman biraziyê Cemîl Înverdî Îbrahîm Înverdî mafê axaftinê girt. Înverdî diyar kir ku ev 30 sale ev têkoşîna didome ji ber vê bi hezaran mirov di girtîgehan de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Weke hun jî dibînin pêvajoya aştiyê destpê kiriye. Di vê mijarê de gava ku em li hêviyê ne berdana girtiyên nexweşe. Lê mixabin ev gavana ne hat avêtin. Ji Wezirê Dadê û ji Saziya Tiba Edlî re daxwaz name hat şandin lê mixabin rastî eleqeyek nehat." Înverdî diyar kir ku girtiyê nexweş Cemîl Înverdî xwediyê 2 zarokanin û wiha got: " Ji bo ku demê xweyê dawîn bi malbata xwere derbaske malbata wî daxwazname şand lê dîsa nehat qebûl kirin. Ev ne girtiyan rehînan digrin." bertekên xwe anî ziman.
'DEWLET LI HEMBERÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ XWÎNDARIYÊ DIMEŞÎNE'
Piştî Înverdî Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku dema girtiyên nexweş bê mijarê divê mirov di gelek mijaran de kur bifikiri û wiha got: "Di nava Kurdan de xuyek nebaş xwîndarî heye. Dema em li rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş dinêrin em dibînin ku dewlet li hemberî wan xwîndariyê dimeşîne. Em wek BDP'ê ji bo ku girtiyên nexweş demên xweyê dawîn li gel malbata xwe û xizmên xwe derbas bike me serî li Wezareta Dadê, Serokkomariyê û Serokwezîriyê dan de der barê vê mijarêde me fikir û ramanên xwe ragihand wan." Bîngul diyar kir ku dê di rojên pêşde ji bo girtiyên nexweş dakevin qadan û heta ku girtiyên nexweş serbest bê berdan dê çalakiyên xwe bidomînin. Înverdî bang li hikûmetê kir û xwest di seride Înverdî û hemû girtiyên nexweş berdin.