Deriyê Bab El-Hewa kete bin destê DAIŞ'ê
Deriyê Bab El-Hewa kete bin destê DAIŞ'ê
Deriyê Bab El-Hewa kete bin destê DAIŞ'ê
Li taxa El-Raşîdîn a bajarê Helebê ev 5 roj in şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de berdewam in. Li gorî agahiyan 3 topên hawanê bi ser girtîgeha Muslimiyê de ketin. Her wiha pevçûn li taxa Eşrefiyê di navbera çekdarên opozîsiyonê û rêjîmê de rûdan. Li aliyekî din jî hate ragihandin ku hêzên Îslami yên radîkal dest danîn ser deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya girêdayî parêzgeha Îdlibê û gelek cebilxaneyên Artêşa Azad desteser kirin.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de li taxa El-Raşîdîn a bajarê Helebê ev 5 rojin berdewam in. Di encamê de ji herdu aliyan gelek kes hatine kuştin.
Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî di navbera çekdarên opozîsiyonê û rêjîmê de pevçûn rûdan. Her wiha tax ji herdu aliyan ve hate topbaran kirin û derbarê ziyanan de ti agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Taxa Cemîliyê ya Helebê jî ya di bin destê rêjîmê de ye ji aliyê çekdarên opozîsiyonê ve hate toparankirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Li devera girtîgeha Muslimiyê jî şer û pevçûn berdewam in, li gorî agahiyan ji ber topbarana çekdarên opozîsiyonê hate ragihandin ku 3 topên hawanê bi ser girtîgehê de hatine, di encamê de gelek girtî birîndar bûne. Her wiha hate ragihandin ku rojane nêzî 10 girtiyan ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest didin. Pevçûnên li derdora nexweşxaneya El-Kindî jî heta niha berdewamin. Li gorî agahiyan ji herdu aliyan bi dehan kuştî hene.
Li aliyekî din pevçûn di navbera çeteyên Eniya Îslamî ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike û çekdarên Desteya Rêveberiya Artêşa Azad de li deverên parêzgeha Idlibê rûdan. Di encamê de Îslamiyan hemû navendên Artêşa Azad û deriyê sînor ê Bab El-Hewa kû bi sînorê Tirkiyere yeke xistin bin kontrola xwe.