Derhêner Argentîerî xelata xwe diyarî gelê Rojava kir

Derhênera Îtalyayî Benedetta Argentîerî ku di Mîhrîcana Fîlman a 32’yemîn de xelat wergirt û got: “Ez vê xelatê dikim diyarî ji bo gelê wêrek ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her roj ji aliyê dewleta Tirk ve bi balefirên bêmirov ên biçek tê qetilkirin.“

Di Mîhrîcana Fîlman a Kolnê ya 32’yemîn de di 6 beşê cuda de xelat tên dayîn. Benedetta, bi belgefîlma xwe “The Matchmaker“ Xelata Phoenîx wergirt.

Benedetta Argentîerî merasîma dayîna xelatan de wiha axivî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Kurd, Ereb, Asûrî û jinan civakeke bi demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jinan civakeke nû tê avakirin. Civaka nû hêdî hêdî bi pêş de diçe lê em hemû jê hînê tiştan dibin. Ew li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan. Ji bo Ewropayê li ber DAÎŞ’ê rabûn. Ji bo Xweseriya Demokratîk ne hêsan bû. Ev, bi taybetî di rewşeke ku dewleta Tirk, mirovan, bi taybetî jinan bi dronean qetil dike de diqewime. Divê mirov ji bîr neke. Giring e parastina projeya ku wê Rojhilata Navîn pê biguhere û piştî ewqas şer aştiyê bîne. Ji wê boneyê ev xelat diçe ji bo mirovên wêrek ên li wir re.“