Der barê şîrketên Fransî de serlêdana sûc hat kirin

Der barê şîrketên Fransî de serlêdana sûc hat kirin

Li Parîsê  der barê şîrketên Fransî de ku di Komkujiya Helepçeyê ya di encama bikaranîna çekên kîmyewî de nêzî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin li Dadgeha Asliyeyê ya Parîsê de gilî hat kirin.

Rojnameya Înternetê ya Alternatîf Medîapart,  ku gelek skandalên gendelî yên di hukûmeta Fransayê de derxist holê, di pêvajoyeke ku di şerê Sûriyeyê de bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye da xuyakirin ku komkujiyeke ku beriya niha bi 25 salan çêbûye aşkere bûye.

Nûnerên 20 qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê îro li Dadgeha Asliyeyê ya Parîsê der barê şîrketên Franseyî de gilî kirin.

Belgeya gilîkirinê ya ji aliyê Parêzer Davîd Pere yê Parîsî û hempişeyî wî Parêzer Gavrîel Marîone yê Amerîkî ve hat amadekirin di çarçoveya  “Di sûcê li hemberî mirovatiyê de hevkarî” û “Dayîna Alîkariyê” de hat kirin.

Parêzer Davîd Pere ku jî rojnameya Medîapart re axivî destnîşan kir ku wan xwestiye li hemberî şîrketên Franseyî, Alman û Hollandî yên di salên  1980’an de teknolojiya, çêkirin û stokkirina çekên kîmyewî, materyal û ekîpman difirotin Irakê lêkolîn were destpêkirin.

Li gorî Medîaparta ku dibêje “Ji bo Irak hincetên xwe derxe pêş, di serî de yên ji Neteweyên Yekbûyî re şandine ji bo belgeyên veşartî derketibana holê diviyabû li benda hilweşîna rejîma Saddam bima” Parêzer Pere, da xuyakirin ku navê gelek şîrketên Ewropî yên ku ji bo çêkirina çekên kîmyewî materyal û maddeyên çêkirina wan çekan dane Iraqê hene.    

Parêzer Pere got, “Mînak şîrketeke Franseyî, bi bahaneya ji bo dermanê mêşan dikare were bikaranîn, konteynirên bi qasî ku gazên bi jehr têde werin bicihkirin û parastin saxlem, firotin Iraqê.” Pere destnîşan kir ku di giliyê hatiye kirin de, ji bo şîrketên hevkarî kirine werin tespîtkirin belge hatine pêşkêşkirin